Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin 2025-12-18 09:11:22 ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a ku li ber deriyê mala xwe li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, Şaristan Algan got: "Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin." Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di ser qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû ragihandin û 38 rojan berdewam kiribû re 10 sal derbas bûn. Di vê demê de lêpirsînên derbarê kuştina sivîlan de bi bêcezabûnê bi encam bûn û tu leşker û polîsên di êrişan de cih girtin nehatin darizandin. Taybet Înan a 57 salî jî yek ji wan kesan bû ku di qedexeya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da. Taybet Înan, di 19'ê Kanûna 2015'an de bi gulebarana polîsên tîma taybet li ber deriyê mala xwe bi 10 guleyan hat qetilkirin. Di otopsiyê de hat tespîtkirin ku 10 guleyên kujer li bedena wê ketine. 7 rojan destûr nehat dayîn ku cenazeyê wê ji aliyê xizmên wê ve bê wergirtin. Tiyê wê Yusuf Înan ê ku dixwest di dema birîndarbûnê de alîkariya Taybet Înan bike jî, di hewşa mala xwe de hat gulebarankirin. Yusuf Înan ji ber ku 20 saetan birîndar ma û nehat dermankirin, ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Herwiha hevjînê Taybet Înan, Halît Înan jî dema xwest cenaze hilde, bi gulebarana polîsan birîndar bû. Bi rojan mayîna cenazeyê Taybet Înanê li kolanê, wekî sembola wehşeta li ser gelê herêmê di bîra her kesî de cih girt. Di merasîma cenazeyê wê de jî tenê destûr dan du kur û birayê wê.   Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve lêpirsîn hat destpêkirin, lêbelê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Malbata Înan di 1’ê Çileya 2021’an de bi sernavên binpêkirina "mafê jiyanê", "mafê darizandina adil", "qedexeya îşkence û kiryarên xerab", "berpirsiyariya lêpirsîna bibandor" û "rêzgirtina ji bo jiyana taybet" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 24’ê Îlona 2025’an de bi hinceta "demborînê" serlêdan red kir. Parêzerên malbatê ji bo serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin amadekariyên xwe didomînin. Tê payîn ku di 19'ê Kanûnê de, di salvegera qetilkirina Taybet Înanê de serlêdan bê kirin.   Taybet Înan di nav 10 salan de nehat ji bîr kirin. Her sal li cihê ku lê hat qetilkirin û li ser gora xwe tê bibîranîn. Îsal jî dê di 19'ê Kanûnê de saet di 13.00'an de li cihê bûyerê û li ser gora dê bîranîn bê lidarxistin.   PARÇEYÊN ZAROKÊN XWE BI DESTÊN XWE KOM KIR   Tiştên ku Taybet Înan jiya, sîtava tiştên ku gelê Kurd di 50 salên dawî de di pêvajoya şer de jiya ye. Di meha Mijdara 1993’yan de, zarokên Taybet Înan; Botan (4) û Esmer (10) û 3 biraziyên wê, bi tevahî 10 zarokên ku yê herî mezin 11 salî bû, di encama teqîna mayînekê de li navenda Silopiyayê hatin qetilkirin. Taybet Înan parçeyên bedena zarokên xwe yên perçe bûyî bi destên xwe kom kir. Piştî komkujiyê bavê zarokan Halît Înan ê ku ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çû avahiya Emniyetê, hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Ji bo wê komkujiyê tu lêpirsîn nehat kirin û rayedarên ewlehiyê yên wê demê îdia kirin ku 7 zarokên ku yê herî mezin 11 salî bû, "li dijî wan di amadekariya çalakiyê de bûn".   'KEÇA WÊ DI JÊRZEMÎNÊN WEHŞETÊ DE HAT ŞEWITANDIN'   Taybet Înan navê keça xwe ya ku 3 meh beriya komkujiya 1993'yan ji dayik bûbû û navê wê Sozdar bû, wekî Hezne (ji ber şînê) guherand. Hezne Înan li dijî zextên li ser malbata xwe û înkara gelê Kurd, di sala 2008’an de berê xwe da çiyayan, beşdarî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û careke din navê wê bû Sozdar. Hezne Înan (Sozdar Şerger), di qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 14’ê Kanûna 2015’an de ku 288 kes hatibûn qetilkirin, di nav 177 kesên ku di “jêrzemînên wehşetê” de hatibûn şewitandin de bû.   Keça Taybet Înan, Şaristan Algan (41) êşên ku di nav 10 salan de jiyaye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.   'DAYIKA HEMÛ ZAROKÊN TÊKOŞER BÛ'   Şaristan Algan diyar kir ku ew di nav êşan de mezin bûye û ev tişt got: “Ez 41 salî me, heta îro rojeke me ya xweş çênebû. Em her dem di nav êşan de mezin bûn. Êşa herî mezin jî dayika min dît. Dayika min her tim ji min re digot: ‘Heke ez êşên ku min dîtine ji te re bibêjim, tuyê tayek por bi serê xwe ve nehêlî. Pirtûk têra gotinên min nakin.’ Dayika min her tim xwe ciwan didît, tu carî qebûl nedikir ku pîr bûye. Her tim di nav lêgerînekê de bû. Pir fedakar bû û girêdayî têkoşînê bû. Tenê xwe wekî dayika me nedidît. Digot 'ez dayika hemû zarokên têkoşer im'. Dema qedexe çêbû, ger ji wan ciwanên ku jê re digot 'zarokên min' qut bubûna, dê jiyana xwe ji dest nedaya, lê wijdana wê ew bernedan.”   'HETA NEFESA XWE YA DAWÎ LI SER SOZA XWE MA'   Şaristan Alganê bi bîr xist ku dayika wê di sala 1993’yan de di teqîna mayînê de du zarokên xwe winda kirine û wiha pê de çû: “Ji wan 7 zarokan 2 jê yên dayika min, 3 jê jî biraziyên wê bûn. Du zarokên din jî yên cîranan bûn. Niha her heft zarok di heman gorê de ne. Cenazeyên wan ên perçebûyî bi destên xwe kom kirin. Her çend dewlet bêje me nekiriye jî, em dizanin ku dewletê kiriye. Keçeke dayikê (Hezne Înan) jî li dijî zextan tevli têkoşînê bû. Ew di jêrzemînan de hat şewitandin. Dayika min sozek dabû keça xwe û hevalên wê, heta nefesa xwe ya dawî li ser wê sozê ma. Em jî li ser soza dayika xwe ne. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wê derkevin.”   BANGA YEKITIYÊ JI BO KURDAN   Şaristan Alganê bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet tu carî komkujiyên ku dike qebûl nake. Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Heta em kujeran nebînin, em ê li her derî bigerin. Me her dem aştî xwest û em ê her dem bibêjin aştî. Dewletê bi qetilkirinê gelê Kurd neqedand û dê nikaribe biqedîne. Îro mase hatiye danîn. Divê daxwazên Kurdan guhdar bikin. Kurdan berdêlên giran dan û ji têkoşîna xwe venagerin. Bêyî aştiyê tu vebijarkek nîn e. Em spasiya hemû gelê Kurd ê birûmet dikin ku dayika min ji bîr nekirin. Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Divê Kurd li her derî bibin yek. Heger em nebin yek, em ê yek bi yek tune bibin.”   MA / Emrullah Acar