Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin 2025-12-16 14:13:18 WAN - Mala Gel a Ronahî ku bi hevkariya Şaredariya Seravê û niştecihên taxa Şerefxaneyê hat avakırın, bi fermî hat vekirin.    Mala Gel a Ronahî, bi hevkariya Şaredariya Seravê ya Wanê û niştecihên taxa Şerefxaneyê hat vekirin. Biryara avakirina Mala Gel ku di sala 2024'an de bi gel re hat girtin, di sala 2025'an de bingeha wê hat danîn. Gel karê bingehê û hemû karkeriya avakirinê girt ser xwe û şaredariyê jî amûr peyda kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî ku di merasîma vekirinê de axivî, got: "Me her soza ku me daye gelê xwe bi cih aniye. Şaredariyên me tevî hemû zehmetiyan jî xizmetê pêşkêş dikin. Ew xizmetên ku 100 sal in ji vî gelî re nehatine pêşkêşkirin, pêşkêş dikin. Lê her carê, li şûna hevşaredarên ku em hildibijêrin, qeyûm tên tayînkirin û îradeya gelê me tê desteserkirin. Gelê Seravê di hilbijartinan de bersiva herî mezin dide pergalê. Ne tenê Seravê, wan bi girtina hemû şaredariyên Wanê bersiveke dîrokî da. Pergalê, ji ber ku nikarîbû vê yekê tehemûl bike, qeyûm tayîn kir Miksê û şaredariya mezin. Dixwazin rê li ber xizmeta ji bo gel bigirin."   ‘WEKÎ KOMUNA GEL HAT ÇÊKIRIN'   Hevşaredarê Seravê Davût Acar jî got: "Em ne tenê avahiyekê vedikin, nmaleke gel vedikin. Ev, nîşan dide ku em dikarin bi hev re çi bi dest bixin. Em dixwazin li vir têgihîştineke civakî pêş bixin. Ev mala gel bi piştgirî û civaka gelê me hatiye avakirin. Malên me yên gel dê têgihîştina demokratîk xurt bikin. Li van malan, em ê li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û bi hev re biryaran bidin. Li vir, em ê paradîgmayeke demokratîk û rizgariya jinan bi cîh bînin."   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî di vekirinê de got: "Tevî zehmetiyên aborî yên ku wan em tê de derbas kirin, hevkarên me xizmetên girîng pêşkêş kirin. Wan ev xizmet bi gel re kirin. Dema ku gel xwe birêxistin dike, çi qas zext hebe jî, xebatên pîroz derdikevin holê. Ev mal di encama bingeha sereke ya bîrdoziya me de hatiye avakirin. Serkeftin dema ku gel biryar bide, çavdêriyê bike û hesab bipirse derdikeve holê. Di banga birêz Ocalan a 27'ê Sibatê de, behsa avakirina civakeke demokratîk tê kirin. Armanca vê yekê ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bingeha vê yekê jiyana komunal e. Jiyana komunal ev gel heta îro li ser pêyan hiştiye. Li cihê ku gel, jin, ciwan û zarok lê amade bin û biryaran bidin, pirsgirêk çênabin. Ji vê malê dê xebatên pir girîng derkevin holê. Ev der dê wekî akademiyekê jî xizmet bike."   Piştî axaftinan, mala gel bi merasîmekê hat vekirin.