Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin HATE NÛKIRIN 2025-12-12 13:07:44 AYDIN - Baskê meşa ber bi Enqereyê ve ya bi daxwaza “Budçeya ji bo ked û aştiyê” yê Herêma Egeyê li Aydinê bi serdanan dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê got: “Em mecbûr in bi awayekî rûmet xwe bigihînin mafê nan û aştiyê.” Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi daxwaza “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve ji çar baskan ve meş da destpêkirin. Baskê meşê yê Herêma Egeyê li navçeya Selçûkê ya Aydinê dest pê kir. Beriya meşê, bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Wekîlê Îzmîrê Îbrahîm Akin û rêxistina Aydinê kedkarên febrîqeya mandalînayan û yên nav zeviyan dixebitin hatin ziyaretkirin. Di serdanan de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Nan, aştî, azadî” hatin berzkirin. Karkeran, pirsgirêkên dijîn bi şandeya DEM Partiyê re parve kir.    Halîde Turkoglûyê di serdanê de got ku li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî budçeyê bertek hene û got: “Ji bo budçe bi awayekî wekhev û polîtîkaya aştiyê bixe meriyetê were parvekirin, em têdikoşin. Li dijî vê budçeyê em dengekî alternatîf in. Ji bo xizaniya jinan ji holê rakin, li dijî mûçeyê kêmtirîn ê di bin sînorê xizaniyê de tê ferzkirin em dimeşin. Lewma jî divê mûçeyê kêmtirîn bibe 46 hezar TL. Ji bo jiyaneke birûmet ê teqawidan em ê bibin dengê wan.”    'BINGEHA PIRSGIRÊKAN ŞER E’    Halîde Turkoglûyê anî ziman ku karkerên çandiniyê yên demsalî jinedîtî ve tên û got: “Budçeya Wezareta Xebatê dide ferzkirini, li ser kedxwariyê hatiye avakirin. Em dixwazin vê teşhîr bikin. Ji bo îktîdarê xebata bê temînat a karkerên çandiniyê yên demsalî û jinan xem nake. Qetilkirina jinan a li Dîlovasiyê vê rastiyê nîşanî me dide. Têkoşîna li dijî vê, peywira me ye. Wezareta Malbatê ji bo xwarina keda jinan dixebite. Bi rêya polîtîkayên malbatê naxwazin jin bihêz bibin. Gelek wezaret ji bo edaletê ji holê rakin dixebitin. Di rewşekî wiha de edaleta civakî çênabe û em dizanin ku ev tevek jî bingeha xwe ji şer digirein. Divê budçe, budçeya aştiyê be lê em dibînin ku budçeya şer e. Wezareta Pîşesaziyê heye lê li ser bingeha şer û rantê dixebite. Çavkaniyên gel pêşkeşî sermayedaran dikin.”    'NAN Û AŞTÎ MAFÊ ME YÊ SEREKE YE’   Halîde Turkoglûyê got ku nan û aştî mafê wan ê bingehîn e û axaftina xwe wiha qedand: “Em mecbûr in bi awayekî birûmet van mafên xwe bi dest bixin. Daxwazên gel diyar in. Em jiyaneke wekhev û birûmet dixwazin. Ji bo vê jî divê mûçeyê kêmtirîn bibe 46 hezar TL û salê du caran were zêdekirin. Divê teqawid bikarin di şertên însanî de bijîn. Divê îktîdar ji kesên zêde qezenc dikin zêde, ji yên kêm qezenc dikin jî kêm bacê bistîne. Divê xizaniya jinê ji holê rabe û jin bikarin di rewşên biewle de bixebitin. Dê têkoşîna me ya ji bo maf, edalet û aştiyê bidome. Em mecbûr in heqê xwe ji wan bistînin. Meşa me dê heta Enqereyê bidome û li pêşiya Meclisê em ê daxwazên gel bibêjin. Ev têkoşîn dê bibe wesîleya jiyaneke wekhev û aştiyane ya gelên Tirkiyeyê.”