Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e 2025-12-12 12:05:56 ŞIRNEX - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, li Hezexê beşdarî Civîna Aştî û Civaka Demokratîk bû û got: “Sermuzakeravan Rêber Apo ye. Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e.” Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li navçeya Hezex a Şirnexê “Civîna Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Veysî Aktaş ê ku li Girtîgeha Îmraliyê dihat ragirtin û berî demekî hat tehliyekirin û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di civînê de axêver bûn. Civîn li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê hat lidarxistin.   Gulistan Sonukê, diyar kir ku piştî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin li gelek deveran civîn li dar xistin û bi beşdariya gel ve tê birêvebirin. Gulistan Sonukê destnîşan kir ku ew derî bi derî pêvajoyê rave dikin û ev tişt got: “Ji bo serketina pêvajoyê em qala berpirsiyariya ji gel re dikin. Her kes vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Sermuzakerevan Rêber Apo ye. Rêbertiyê got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”. A ku dê pêvajoyê civakî bike civaka demokratîk e. Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e. Rêbertî bi salan e ji bo civaka demokratîk di nava hewldanan de ye. Em ne biyaniyê vê têgehê ne. Ji bo civakek demokratîk divê em yekitî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Divê em bi hemû baweriyan re li hev werin. Rêbertiyê manîfestoyek nivisî. Divê her kes wê bixwîne. Aştî divê berê di nava jin û mêr de pêk were. Niha dem dema civaka demokratîk e.”   Piştî axaftinê, civîn bi aweyekî ji çapemeniyê re girtî, domand.