Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû 2025-12-12 11:23:20 COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Aliye Tîmur,  jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir, lê bêyî ku xeyala dîtina gorek ji bo kurê xwe pêk bîne, koça dawî kir. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna xeyalên wê têkoşîna xwe bidomînin.   Aliye Tîmur a ku di sala 1970’î de li gundê Dêrhergela ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bû, di temenê zarokatiyê de ji ber tundiya dewletê bizorê koç kir. Di salên 1980’î de ji ber ferzkirina cerdevaniyê ya dewletê malbata wê ji neçarî koçî Mersînê kir. Aliye Tîmur a ku dayika çar zarokan e, piştre li Colemêrgê bicih bû û jiyana xwe bi têkoşîna edalet, azadî û têkoşîna jinan derbas kir.      Aliye Tîmur a ku li Colemêrgê di salên 2010’an de dest bi xebatên siyasî kir, di saziyên wek Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOHK), Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi awayeke çalak xebitî. Herî dawî rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir û Meclisa Dayikên Aştiyê de xebitî. Aliye Tîmurê, li her kolan û taxên Colemêrgê bi germahiya dayikekê, bi hesta jinekê şopek xurt li ser jiyana hemû jinan hişt. Gelek dayik û jinên ku ji Aliyê Tîmurê bibandor bûn, di xebatên jinan û Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girtin. Rexmê hemû tundî û astengiyan dev ji têkoşînê berneda. Kurê wê yê Mazlûm ê ku ji xebatên dayika xwe bibandor bû tev li nava refên PKK’ê bû. Aliye Tîmurê di sala 2003’yan de li herêma Garê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Aliye Tîmur a ku cenazeyê kurê xwe bidest nexist, ji bo gorekî kurê wê çêbe têkoşiya. Dema ji bo serdana xizmên xwe çûbû Herêma Federe ya Kurdistanê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.   Hevalên Aliye Tîmurê yên xebatê behsa têkoşîn û jiyana wê kir.   ‘LI MALBATÊ GUHDAR NEDIKIR, BI ME RE TEV LI XEBATAN DIBÛ’   Dayika Aştiyê Sidika Kayayê, diyar kir ku Aliye Tîmur jineke têkoşer û fedekar bû û ev tişt got: “Dayika Aliye dilsoza dozê bû. Di doza xwe de jidil bû. Malbata wê nedixwest ku Aliye tev li xebatên partiyê bibe. Lêbelê wê li malbatê guhdar nedikir her tim bi me re bû. Di nava xebatên partiyê de, xebatên rêxistinkirinê de yê ciwanan de cih digirt. Beşdarî xebatên Dayikên Aştiyê dibû. Di vê dozê de pir dirust bû. Miroveka dilnizm, zîrek bû û ji têkoşînê hez dikir. Li ku derê jinek bidîta, diçû pê re subet dikir û rêxistin dikir. Em pir xemgîn in ji bo koça wê. Em ê her doza ku wê ji me re hiştiye bidomînin. Em ê her li ser doz û rêya wê bimeşin.”   XEYALA WÊ GORA KURÊ WÊ BÛ   Dayika Aştiyê Xwezeycan Kayayê, rave kir ku tekane xewna Aliye Tîmûrê tacîdarkirina têkoşînê bi aştiyê bû û wiha axivî: “Her tim wê dayik birêxistin dikir. Her tim li taxan civîn dikir û li gorî ruhê pêvajoyê tevdigeriya. Rojekî jî nesekinî, her tim digot ‘aştiyê pêk bê em ê bi hev re azad bin’. Em ê têkoşîna wê bidomînin.”   Dayika Aştiyê Remziye Akbulutê jî diyar kir ku Aliye Tîmurê, rexmê hemû polîtîkayên xirêj bi kedeke mezin tev li xebatan dibû û got: “Her tim digot ‘xwezaiya goreke kurê min heba û min serdana wê gorê bikira’.”   ‘EM Ê XEYALA WÊ BICÎBÎNIN’   Hevala Aliye Tîmûrê Zubeyde Borê, anî ziman ku bi xebatên Aliye Tîmurê gelek jin tev li xebatan bûne û ev tişt got: “Bêyî sekin di nava xebatan de cih digirt û jin rêxistin dikir. Em ê xeyal û armancên wê pêk bînin û vê têkoşînê bidomînin.”   MA / Zeynep Durgut