Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt 2025-12-10 16:56:10 BEDLÎS - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa di civîna gel a li Tetwanê de axivî û hevdîtina di 13’ê Cotmehê de bi Abdullah Ocalan re kiribû wiha vegot: “Cara ewil e ku Abdullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinêre.”    Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk strata civînên bi gel re hate dayin. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya Çetîn Arkaş, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê “Hevdîtina Aştî Civaka Demokratîk” hate lidarxistin.    Hevdîtin, li eywaneke konferansan a Tetwanê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankarta “Jin, jiyan, azadî” hate hilayîstin.    ‘NE MAFÊ HÊVIYÊ LÊ RÊGEZA HÊVIYÊ’   Sûzan Akîpa, hevdîtina di 13’ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribûn bi bîr xist û got: “Birêz Abdullah Ocalan got ku cara ewil e ji pêvajoyê ewqas bihêvî ye. Got ku di têkoşîna 50 salî de ev hevok bi kar aniye. Got ku divê ‘mafê hêviyê’ weke ‘rêgeza hêviyê’ were destgirtin.”    PÊVAJOYÊN ‘AŞTIYÊ YÊN NEYÎNÎ’   Ayla Akat Atayê jî pêvajoya 2013-2015’an bi bîr xist, got di lîteratûrê de weke “Aştiya neyînî” cih girtiye û wiha domand: “Ji ber ku dewletê tu gav neavêt. Em hemwelatiya wekhev dixwazin, ji bo nasnameya Kurd statuyê dixwazin. Em hêj jî daxwaza qebûlkirina zimanê xwe, bikaranîna wê ya di saziyên fermî de û perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Lê dewlet biisrar van gavan naavêje.”   Bi domdarî Ayla Akat Atayê bîranîna xwe ya serdana Îmraliyê vegot û ev tişt anî ziman: “Ji ewil pirsa jinan ji me kir. Wê demê jinan ji bo azadiya wî kampanya dabû destpêkirin. Tenê gotinek kir; ‘Em tevek dê azad bibin.’ Em behsa rêberekî azadiya xwe nedaniye pêşiya azadiya gelê xwe dikin. Tekane tişta em li vir dibêjin ev e; tenê rêberekî vî gelî heye. Ew jî birêz Ocalan e. Barên em nikarin ragirin li pişta me nekin. PKK’ê bi banga me dev ji çekan bernedida. Dewlet jî bi vê dizane. Lewma ji bo hevdîtinê çû cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”    Herî dawî jî Çetîn Arkaş têkildarî tecrîda li Îmraliyê jiyan û pêvajoya heyî axivî.    Axaftina Arkaş gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn. Piştre jî bername bi pirs-bersivan domiya. Beşdaran, got ku ew ji Abdullah Ocalan bawerin û dixwazin tavilê azad bibe.    Piştî pirs û bersivan, bername bi dawî bû.