Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin 2025-12-10 15:51:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana Parêzeran a Sûriyeyê ji NY’ê re nameyek şand û jê xwestin ji bo aştî û cîbicîkirina biryara “mafê hêviyê” bikeve nava hewldana teşwîqkirinê.    Hewldana Parêzerên Sûriyeyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û xwest ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavan biavêjin.    Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî binpêkirina “mafê hêviyê” hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqa navneteweyî were mîsogerkirin.   Hewldanê, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, ji bo lihevkirinê gavên pratîk avêt û ragihand ku azadiya Abdullah Ocalan li gorî biryara DMME’yê ya 18’ê Adara 2014’an mafekî qanûnî ye.   Bi domdarî Hewldanê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan “mafekî hêviyê” ye ku weke mafekî navneteweyî hatiye mîsogerkirin e û ev yek daxwaza edaletê ya bi milyonan Kurdan nîşan dide. Hewldanê, bang li NY’ê kir ku dewletên endam teşwîq bike ku biryarên dadgehê pêk bînin û pêvajoya aştiyê xurt bikin.