Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin 2025-12-10 15:45:15   WAN/AGIRÎ - Ji bo endamên PKK’ê Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd hate dayin. Ji bo Omer Seferoglû yê PKK’î jî li Agiriyê şîn hate danîn.    Ji bo Fîlîz Turgut (Kurdistan), Ferman Turgut (Demhat Mamxurî) û Fatîh Turgut (Mazlum Xebat) ên PKK’î ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, mewlûd hatin dayin. Şîna ji bo Omer Seferoglû (Bager Ararat) ku di 9’ê Kanûna sala 2019’an de li herêma Avaşînê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da dabû jî li Agiriyê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.    WAN   Malbatên Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd dan. endamên Platforma Saziyên Demokratîk û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê tev li bernameya mewlûdê bûn. Girseya ku beriya dayina mewlûdê kom bû, heta mala şînê meş li dar xist û di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî dayina mewlûdê, serdan bi dawî bû.    AGIRÎ   Ji bo Omer Seferoglû jî li Bazîdê şîn hate danîn. Şîn, bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan û bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hate ziyaretkirin. Destûr nehat dayin malbat şîna xwe li navenda navçeyê dane û li ser vê yekê malbatê şîna xwe li mala xwe danî.     'PÊVAJO HEYE LÊ DESTÛRA DANÎNA ŞÎNÊ NADIN’   Girse, heta cihê şînê bi dirûşma "Şehîd namirin" meşiya. Dayika Seferoglû, Yildiz Seferoglû di şînê de got: “Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Bila ciwan êdî nemirin. Nehiştin em şîna xwe li mala şînê danîn. Niha pêvajoyek heye û em jî xwedî lê derdikevin lê nahêlin em şîna xwe jî danin. Du kurên min şehîd bûn. Tevî vê jî piştgiriyê didim pêvajoya Rêbertiyê ji bo hemû dinyayê daye destpêkirin. Ev pêvajo ji bo wê ye ku êdî tu dayik negirîn.”    Piştî axaftinan serdanan bi dawî bû.