Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê' 2025-12-10 14:36:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê destnîşan kir ku di çarçoveya pêvajoyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve daxilkirina nava rojevê ya "mafê hêviyê" yê Abdullah, girîng e.    Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê, li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên înîsiyatîf, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Ermen a Civakî, Kongra Îslama Demokratîk, rojnamevan û parêzeran, bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endama Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Abdullah Ocalan Hêlîn Hesen û endama Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Jiyan Erkendî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tevî zelaliya rêgezên mafê mirovan gelek binpêkirin li dijî mafên gelê Kurd tê kirin û wiha hat gotin: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye û xwestekeke rast a ji bo aştî û demokrasiyê ye. Ji bo çarekirineke dadwerane ya ji bo doza gelê Kurd a bi rêya diyalog û hevpeyvînan, nêrîneke kûr û pêşketî ye. Tevî pêşwaziya germ a ji aliyê cîhanê ve jî ji bo vê gavê, hîn jî dewleta Tirk tu gavên cidî navêtine. Dewleta Tirk heta niha gavên pratîk neavêtine, ev rewş dibe sedem ku derfetên aştiyê hêdî hêdî winda bibin û tirsa şerê nû piştî demeke aramiyê zêde dike.”   Di daxuyaniyê de înîsiyatîfê hin xal rêz kirin û ji bo wan xalan bang li hemû rêxistin û dezgehên mafê mirovan kir:   “* Domadina siyaseta înkarkirinê xetereyeke rastîn a li ser aştî û ewlehiya herêmê ye.   * Ji bo avakirina dadweriyê, nasîna mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Îranê (wek mafê nasnameyê, jiyanê û beşdarbûna siyasî) şertê bingehîn e.   * Ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya aştiyane dan û standina bi Rêber Abdullah Ocalan re gaveke pêwîst e, li gorî erkên dewletan ên di bin qanûnên navneteweyî û peymana NY`ê de.   * Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan kesayeta navendî û bingehîn a temsîlkirina gelê Kurd e, pêdivî pê heye ku mafê hêviyê wek gaveke di pêvajoya dan û standinan de were destpêkirin, ev yek ji bo atmosfereke erênî ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk bê afirandin jî girîng e.”