Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê 2025-12-09 15:21:07 AMED – Rojbîn Nergîz ku ji ber wêneyê li ser kesekî hatibû îdiakirin endamê rêxistinê hatibû dîtin û hatibû îdiakirin kesa di wênde ew e û ji ber vê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû tawanbarkirin, beraet kir.  Di sala 2023'yan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li ser du kesên hatibû îdiakirin wêneyek hatibû dîtin. Hatibû îdiakirin ku ya di wêne de Rojbîn Nergîz e. Ji ber vê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Rojbîn Nergîzê hatibû vekirin.    Rojbîn Nergîzê ji doza navborî beraet kir. Danişîna biryardayînê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hat lidarxistin. Rojbîn nergîz û parêzerê wê Recep Ozbek di danişînê de amade bûn.    Rojbîn Nergîz li dijî mutalaaya meqama îdiayê ku xwest ceza lê bê birîn, parastina xwe kir. Rojbîn Nergîzê diyar kir ku ji ber ku dişibe kesa di wêne de tê darizandin û got ku ev vê yekê qebûl nake. Rojbîn Nergîzê diyar kir ku ji roja ewil de ew dibêje îdiaya der barê wê de pûç e û doza beraeta xwe kir.    Parêzer Recep Ozbek jî destnîşan kir ku kesa di wêne de ne muwekîla wî ye û doza beraeta Rojbîn Nergîzê kir.    Piştî parastinan dadgehê, biryara beraeta Rojbîn Nergîzê da.