‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in' 2025-12-09 09:40:36 WAN - Aktivîsta TJA'yê Yildiz Çetîn û endama DEM Partiyê Asli Ozdemîrê bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya mêran û polîtîkayên şerê taybet û gotin: "Jin, ji bilî hev baweriya xwe bi kesekî naynin. Em bi hev re bihêz in."   Her çend tundiya mêran li welêt mijareke nîqaşê ya domdar be jî, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin her roj bi torên çeteyan ên li bajarên nû derdikevin holê teşhîr dibin. Ev polîtîkayên şerê taybet ku ligel pevçûnên bi salan pêk hatin, ji ber koçberî, asîmîlasyon û fihûşê, bi taybetî jî di ser jin û ciwanan re, tên meşandin. Bajarên herî dawî ku ev polîtîka lê hatine teşhîrkirin navçeya Lîcê ya Amedê û Dêrsim in.   Endama Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Asli Ozdemîr û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Yildiz Çetîn li ser polîtîkayên kuştina jinan û şerê taybet axivîn.   'POLÎTÎKAYEKE BI ZANEBÛNÎ'   Asli Ozdemîrê diyar kir ku tundiya mêran û kuştina jinan meseleyên polîtîk in û got: "Tundî, polîtîk e. Pergala mêran ku bi aqilê dewletê ve tê hêzdarkirin, beden û jiyana jinan wekî qadeke şer dibîne. Em ji bo têkoşîna li dijî vê yekê dixebitin. Jin di her aliyê civakê de bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Li malê, li dibistanê, li her derê. Kuştina jinan bênavber berdewam dike. Mirina gumanbar a jinan li Kurdistanê bi polîtîkaya şerê taybet ve girêdayî ye."   Asli Ozdemîrê diyar kir ku hişmendiya dewletê jinan wekî "eniya dijber" dibîne û got: "Dewlet, ji ber ku avaniya eşîrî û civakî ya li Kurdistanê baş dizane, êrişî jinan dike. Ji bo avaniya civakê hilweşîne jinan dixîne, wan ber bi fihûş û tiryakê ve dibe. Ev, amûrên şerê taybet in û bi zanebî tên kirin. Ev polîtîka bi taybetî jinên ciwan hedef digirin. Wextekê 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' bû.  Niha, heman mantiq li ser jinan tê sepandin. 'Jina herî baş jina mirî ye' ji ber ku jinên xwedî îrade û bi hêz ji bo wan gef in. Em ê li ber vê yekê serî netewînin. Wekî jinên Kurd, divê em hîn bêtir bitêkoşin."   Asli Ozdemîrê bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û wiha domand: "Qanûn kuştina jinan bi bêcezatiyê pîroz dike. Em her roj kuştina jinan dibihîzin. Divê qanûn werin guhertin û cezayên pêşîlêgirtinê werin danîn. Jin ji bilî hev baweriya xwe bi kesekî din naynin. Em bi hev re xurt in. Em mafdar in û em ê mafên xwe bi dest bixin."   BÊCEZATÎ   Yildiz Çetînê jî diyar kir ku kuştina jinan bûye dîmeneke asayî û got: "Kêmkirina cezayan û nebûna mueyîdeyên pêşîlêgirtinê, di civakê de adeteke xelet diafirîne. Ew gihîştina ewlehiyê ji bo jinan dijwartir dike. Ew ji ber zexta navmalî, zehmetiyên aborî û newekheviya civakî xwe bêçare hîs dikin. Girîng e ku jin mafên xwe yên qanûnî zanibin. Tewra dema ku hestên bêçaretiyê derdikevin holê jî, çareserî hene û divê ev werin şopandin. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê, mekanîzma qels bûne. Lêpirsîna Rojîn Kabaîş ku par li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de mir, hîn jî didome. Ez bang li hemû jinan dikim; di tenêtiyê de li çareseriyê negerin. Mafên we yên qanûnî hene û sazî hene ku piştgiriyê bidin we. Wekî rêxistinên jinan, em li kêleka we ne. Em ê bi hev re ji heqê vê yekê derkevin."