ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-09 09:00:59   * Tirkiye bi mekanîzmayên leşkerî û sivîl li Helebê qadeke serdestiyeke fiîlî ava dike.   * Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Mahîr Onal, bal kişand ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û got: "Em bawer dikin ku divê dewlet di vê qonaxê de hem gavên siyasî û hem jî yên qanûnî der barê hin guhertinên qanûnî de bavêje."   * Aktivîsta TJA'yê Yildiz Çetîn û endama DEM Partiyê Asli Ozdemîrê bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya mêran û polîtîkayên şerê taybet û gotin: "Jin, ji bilî hev baweriya xwe bi kesekî naynin. Em bi hev re bihêz in."   * Jinan bertek nîşanî tora fihûş û tiryakê ya li Licê dan û gotin ku divê niştecihên taxan ji bo jiholêrakirina vê pirsgirêkê, pêşengiya têkoşînê bikin.    * Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakiyê bal kişand ser nirxandinên dawî yên Abdullah Ocalan ên li ser sosyalîzmê û got: "Ew nîqaşên teorîk û siyasî yên nû der barê têkiliya di navbera rêxistinkirina jiyana komunal û sosyalîzmê de pêşniyaz dike û me vedixwîne nîqaşeke nû ya li ser sosyalîzmê."   * Organîzatorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê Yasir Irmak, der barê girîngiya avakirina zimanekî hevpar di festîvalan de, got: "Bi saya festîvalên bi vî rengî yên mezin, bi berdewamî zimanekî hevpar dikare bê bidestxistin."   * Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn ku sala xwe ya yekem temam kir, bi perspektîfa Jineolojiyê navendeke hilberîna hunerî ye. Rêvebera Akademiyê Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan ew e ku heqîqeta hatiye berevajîkirin derxin holê û bang li hunermendan kir ku "ezmûnên xwe parve bikin".   *Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.   * 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê di roja 3'yan de bidome. (11.00-20.00)   * Danişîna 3'yemîn a doza hunermend Pinar Aydinlar dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.10)   * Danişîna ewil a doza rojnameger Erdogan Alayumat, Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Gulcan Derelî, Kemal Taylan Ataban û wergêr Serap Guneş û civaknas Berfîn Atli dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin.  (11.55)