Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan 2025-12-08 22:42:18   AMED - Di roja duyemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de, 13 fîlm hatin nîşandan û li ser fîlman gotûbêj hat lidarxistin.    3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di navbera 7-14'ê Kanûnê de tê lidarxistin. Roja duyemîn a festîvalê bi fîlma Ezmûn ku derhêneriya wî Shawkat Amîn kiriye bi dawî bû.   Di roja duyemîn a festîvalê de fîlmên “Ra” ku derhêneriya wî Devrîm Tekînoglu kiriye, fîlma “Li baxçeyê me dareke hebû” ku derhêneriya wî Miral Kilo kiriye, fîlma “Pîrebok” ku derhêneriya wî Lutfî Îrdem kiriye, fîlma “Beriya şevê”ku derhêneriya wî Alî Kemal Çinar kiriye, fîlma “Ido” ku derhêneriya wî Saman Mustafa kiriye, fîlma “Aysha” ku derhêneriya wî Cengîz Akaygun kiriye, fîlma “Pel’e” ku derhêneriya wî Shores Wekîlî kiriye, fîlma “It was just an accident” ku derhêneriya wî Cafer Pahanî kiriye, fîlma “My name is hope” ku derhêneriya wî Sherwan Hajî kiriye, fîlma “Salt sellers” ku derhêneriya wê Maryam Samadi kiriye, fîlma “Kawyar” ku derhêneriya wî Salem Salavatî kiriye, fîlma “Ezmûn” ku derhêneriya wî Shawkat Amîn kiriye hatin temaşekirin.   Piştî fîlma derhêner Devrîm Tekînoglu, Miral Kilo û Cengîz Akaygun gotûbêj hate kirin. Kesên ku fîlman temaşer kirin li ser fîlman pirsên xwe pirsîn derhêneran bersiv dan.   Festîval di roja sêyemîn de dê berdewam bike. Di roja sêyemîn de dê 14 fîlm were temaşekirin. Fîlmên dê werin temaşekirin wiha ne: “A sister” ku derhêneriya wî Delphine Girard kiriye, fîlma “Keeping up with the joneses” ku derhêneriya wî Michel Pearce kiriye, fîlma “Quebra cabeca” ku derhêneriya wî Olîver Briand kiriye, fîlma “Rojbash” ku derhêneriya wî Ozkan Kuçuk kiriye, fîlma “Demsala nan” ku derhêneriya wî Emmer Hasanpoue û Anvar Hasanpour kirine, fîlma “Hysteria” ku derhêneriya wî Mehmet Akîf Buyuktalay kiriye, fîlma “Ceasfire” ku derhêneriya wî Jakop Krese kiriye,, fîlma “Dengê Kilîtan” ku derhêneriya wî Îlham Bakir kiriye, fîlma “Antigona” ku derhêneriya wî Mîrsad Abazî û Iber Dear kirine, fîlma “Çerx” ku derhêneriya wî Metîn Ew kiriye, “Xewna bêziman” ku derhêneriya wî Mazlum Baran kiriye, fîlma “Ellbogen” ku derhêneriya wê Asli Ozarslan kiriye, fîlma “Cutting through rocks” ku derhêneriya wî Mohammadreza Eynî û Sara Khakî kirine, dê werin temaşekirin.