Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in 2025-12-08 14:50:46   STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê asoya fikrî berfireh dike û got: “Divê ciwan li dora vê fikrê bicive û pêşengtiyê bike. Ji bo vê jî divê nasnameyeke ciwanên azad were avakirin.”    Di 6-7’ê Kanûnê de DEM Partiyê li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Abdullah Ocalan di peyamên xwe de têkildarî sosyalîzmê nîqaşên girîng da destpêkirin û ev nîqaş hêj didomin. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan têkildarî tevlibûna konferansê, rêxistinên ciwan û jinan û nîqaşên heyî nirxand.    Kaganarslan, got ku banga 27’ê Sibatê mudaxileyekî li dijî dîroka serdestan bû û got: “Bi vê mudaxileyê re bindest, hêzên modernîteya demokratîk xurtir derketin ser dika dîrokê. Lidarxistina vê konferansê, ji bo ji bo avakirina lingê enternasyonalîst ê paradîgmaya birêz Ocalan jî destkeftiyeke girîng e. Girîng e ku di vê rewşa şer de hêzên modernîteya demokratîk piştevaniya hev dikin û ji hêla rêxistinî û tecrûbeyan ve li cem hev disekinin.”   PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN   Bi domdarî Kaganarslan, anî ziman ku Abdullah Ocalan di bang û manîfestoya piştre de destnîşan dike ku enternasyonala 1'emîn û 2’yemîn ji ber neçareserkirina pirsgirêka netew û dewletê belav bûne û got: “Peyama xwe, ji cihên sosyalîzm tê de kêm dimîne dest pê dike û nîşan dide ka dê sosyalîzma demokratîk li ku dest pê bike. Vê jî bi perspektîfeke dîrokî pêşkeş dike. Ser re jî nirxandinên wî yên kûr, di mijara nîqaşkirina sosyalîzmê di asta navneteweyî de asoyeke berfireh pêşkeş dike.”    'PÊDIVÎ BI PÊŞENGTIYA CIWANAN HEYE’    Kaganarslan, got ku di konferansê de hem li peyama Abdullah Ocalan hem jî li tecrûbeyên enternasyonelên cîhanê, muzakere dikare bibe şêweyekî çawa yê têkoşînê û bi muzakereyan çawa dikare mudaxileyî dîrokê were kirin guhdarî kirine û wiha pê de çû: “Dema bi serdestan re muzakere tên kirin, ew dikarin çawa bên kontrolkirin û veguherandin. Me li van guhdarî kir. Ev, meşeke dirêj e û ji bo pêşeroja têkoşînê jî perspektîfek hate rabekirin. Em ciwan di heman demê de xwe weke kesên van fikran pratîze dikin dibînin.”    'ME DÎT KU FIKIR NAYÊN TECRÎDKIRIN’    Kaganarslan, axaftina xwe wiha qedand: “Konferansê nîşan da ku tevî tecrîda girankirî jî fikrên birêz Ocalan li cîhanê belav bûne. Me dît ku fikir nayên tecrîdkirin. Vê jî hêz da me. Tu hêz nikarin pêşiya tevgereke ji hêla fikrî û îdeolojîk ve xurt bigire.    DIVÊ CIWAN PÊŞENGTIYÊ BIKIN    Berpirsyartiyên girîng dikevin ser milên ciwanan jî. Di vê serdemê yek ji tişta herî girîng a ji bo ciwanan ew e ku ji hêla fikrî ve xwe pêşve bibin. Em jî dê bi ciwanên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê re bên gel hev û hewl didin bi rêya nîqaşa ser sosyalîzmeke nû neteweya demokratîk ava bikin. Ji hêla têgehan ve em ji hev cuda ne lê em hewl didin li ser zemînekî bigihin hev. Ev yekitiya fikrî dê demek piştre veguhere yekitiya pratîkî. Rêxistinkirina civakê, pêşxistina têkiliyên enternasyonal û ya herî girîng pêşengtiya îdeolojîk e. Ev, yek ji rola herî girîng a ciwanan e. Ji bo vê jî hewceye nasnameya ciwanan civakî bibe û ji hêla îdeolojîk ve xurt be. Heke ev temam bibin, dê ciwan pêşengtiyek xurt ji pêvajoyê re bikin. Dê bikare pêşengtiya avakirina komun, akademî, kooperatîfan bike. Dikare rêgeha nîqaşên îdeolojîk diyar bike. Ji bo vê jî divê nasnameyek ciwanan a azad were afirandin. Rêya vê jî civakîbûn e, îdeolojîkbûn e, rêxistinbûn e.”    MA / Hîvda Çelebi - Bêrîvan Altan