Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe 2025-12-08 09:05:45 AMED - Akademîsyen Selîm Orhan diyar kir ku divê qanûnên entegrasyonê tavilê bên derxistin û divê qanûn bêçekkirin, terhîskirin, tevlibûna civakê û vekirina rêya siyasetê di nava xwe de bihewîne û got "mafê hêviyê" jî divê lê were zêdekirin.   Di 24'ê Mijdarê de 3 endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê, li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê bendewariya ji bo amadekirina qanûnên entegrasyonê zêde bû. Tê payîn ku komîsyon di rojên pêş de rapora xwe pêşkêşî Meclisê bike û nîqaşên li ser guherînên zêde bibin.   Hiqûqnas akademîsyen Selîm Orhan destnîşan kir ku çareseriya pevçûnan û avakirina aştiyê pêvajoyekê dixwaze. Orhan diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê guherînên binyadî, sazûmanî, qanûnî û destura bingehîn bên kirin. Orhan anî ziman ku pêşî divê aştiya negatîf mayînde bibe, paşê ji bo aştiya pozîtîf gav bên avêtin û ya herî lezgîn jî qanûnên entegrasyonê ne.   MÎNAKÊN CÎHANÊ   Orhan bal kişand ser mînakên cîhanê û diyar kir ku qanûnên entegrasyonê dikarin wekî çarçoveyekê derkevin pêş û wiha pê de çû: "Di mînakên cîhanê de her pevçûn û çareserî cüda ye, lê aliyên wan ên hevpar jî hene. Peymanên çarçoveyê tên çêkirin û bi guherînên destûra bingehîn re dikevin meriyetê. Ev tişt qonax bi qonax tên kirin. Hinek rasterast ji destûra bingehîn dest pê dikin, hinek jî pêşî di çarçoveya peymanê de çêdikin paşê di asta destûra bingehîn de çêdibin."   Orhan mînakên welatan wiha rêz kir: "Mînak li Sûriyeyê behsa entegrasyona bi çekan tê kirin, lê li Tirkiyeyê behsa bêçekkirinê tê kirin. Li Efrîqaya Başûr hinek mîlîtanên ANC'ê (Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê) tevlii sektora ewlehiyê bûn. Li Nepalê jî hinek tevlii hêzên ewlehiyê bûn, lê piranî tevlii jiyana sivîl û siyasetê bûn. Heta li Kolombiyayê ji bo jiyana sivîl krediyên taybet hatin dayîn."   Orhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tiştê ku yên din di dawiyê de kir, Tirkiye di serî de dike. Dibe ku ev bibe modeleke nû. Lê bêyî verastkirinên qanûnî pêvajo nameşe. Qanûn baweriyê ava dike. Bêyî qanûn gavavêtin ne pêkan e."   QONAXÊN VERASTKIRINÊ   Orhan destnîşan kir ku divê li gorî mercên Tirkiyeyê guherînên demkurt, navîn û dirêj bên plankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî lezgîn çarçoveya qanûna entegrasyonê ye, bêçekkirin, terhîs, tevlibûna civakê û siyasetê ye."    Orhan diyar kir ku divê di Qanûna Înfazê, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) û CMK'ê de guherîn bên kirin û biryarên DMME'yê bên bicihanîn û got: "Hûn ji mirovan re dibêjin 'çekên xwe deynin werin'. Lê wê çawa û li ku deynin? Ev pêvajo demê dixwaze û sebr divê."   'MAFÊ HÊVIYÊ'   Orhan daxuyaniya Devlet Bahçelî ya li ser "mafê hêviyê" bi bîr xist û bal kişand ku ev maf dikare bibe parçeyek ji qanûnên entegrasyonê û wiha got: "Mafê hêviyê hem pêvajoyê di pratîkê de bi pêş ve dibe hem jî baweriya di navbera her du aliyan de xurt dike."   'RÛMETA KURDAN, ŞANAZIYA TIRKAN'   Orhan gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtûlmûş a "Rûmeta Kurdan, şanaziya Tirkan" nirxand û got: "Ez vê gotinê pir watedar dibînim. Rûmet, mafan temsîl dike. Şanazî çandî û dîrokî ye. Di pêvajoya sed salan de hestekî şanaziyê dane Tirkan. Dayîna mafên Kurdan bêyî ku şanaziya Tirkan bişikê, nêzîkatiyeke rast e."   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel