Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-12-07 10:16:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket.  Hejmara 145’an a kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket. Di hejmara nû de kovarê bal kişand ser tecrûbeyên cîhanê, yên komun û Jinwarê û rêya çareseriya hilweşînên civakî nîşan da.    Nivîsên nû yên di hejmara nû de ev in:   *Diyalektîka kesayeta azad û civaka azad: Komun / Serhildan Banyan Magusa   * Li Kurdistanê hilweşîna civakî, şerê taybet û stratejiya gava komunal / Bêrîvan Elter   * Ji dîrokê heta roja me komunbûn: Civakên bêdewlet / Ayşe Newroz Oyman   * Meseleyeke wekheviyê -1 / Çîgdem Ertak   * Nêrîna algorîtmî: Di serdema dijîtalê de bedena jinê / Ezgî Sila Demîr