Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be 2025-12-06 19:11:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di forûmekê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare bandorê li ser lihevkirina li Sûriyeyê bike.   Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di çarçoveya 23'yemîn Forûma Dohayê ya li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin de, wekî axêver tevlî rûniştina vekirinê ya bi sernavê "Di Serdema Parçebûnê de Navbeynkarî" bû. Fîdan di axaftina xwe de diyar kir ku ew li Ukrayna û Xezeyê agirbestê dixwazin û ev tişt got: “Di çarçoveya xebatên navbeynkarî û avakirina aştiyê de tiştên ku Trump dixwaze bike niha bi berjewendiyên Tirkiyeyê re li hev tên."     ‘ABDULLAH OCALAN DIKARE BIBANDOR BE’   Fîdan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên birêvebirin û bandora ku Abdullah Ocalan dikare li ser lihevkirina li Sûriyeyê bike û got: “Dikare rolekê bilîze. Di salên 2009-2013'yan de dema ku ez Serokatiya MÎT'ê bûm, têkiliyên min bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê re çêbûn, hevdîtinên min çêbûn. Me hewl da em bigihîjin xaleke diyarkirî. Di esasê xwe de em gelekî nêzîk bûn ku bigihîjin xaleke hevpar. Ev bi her awayî di raboriyê de ma. Lê hûn dizanin dîrok xwe dubare dike. Nexasi ez difikirim ku dikare li Sûriyeyê rolekê bilîze, lê gelo ew ê bixwaze rolekê bilîze an jî wê bixwaze vê yekê wekî manîweleyekê bi kar bîne em nizanin."