Dermankirina rojnamevan Aykol didome 2025-12-06 16:45:48 ENQERE - Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku sê caran xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.  Rojnamevan Huseyîn Aykol ku di 14'ê Tîrmehê de li mala xwe ya li Enqereyê xwîn rijiya ser mêjiyê wî û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê, dermankirina wî didome. Dermankirina Aykol li beşa lênihêrîne awarte bi antîbiyotîkan didome. Bijîşkan got ku ew ê dê di 12'ê Kanûnê de dest bi Perkutan Endoskopik Gastronomiyê bikin.    Hat ragihandin ku rewşa Aykol stabîl e.