Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin 2025-12-06 14:31:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Guler pirsîn û di çalakiya li Colemêrgê de jî hat xwestin ku kujerên Rojhat Ozdel bên darizandin. Li Rihayê hat xwestin ku aqûbeta Faîk Kevcî were aşkerakirin.    Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê çalakî li dar xist.    AMED   Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan, di hefteya 878’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê civiyan. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û di cînayetên kiryarnediyar de jiyana xwe ji dest dane li ser bû hate hilgirtin. Her wiha beşdaran wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Guler ê di 1’ê Kanûna 1997’an de li Farqîn a Amedê hatibû windakirin hate pirsîn.      ÇÎROKA MEHMET GULER   Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Serpêhatiya Mehmet Guler wiha ye: “Rojek piştî hejmartiya nifûsê, di 1’ê Kanûna 1997’an de çû şîrketa lê dixebitî û êdî venegeriya malê. Li ser vê yekê dayika wî Şefîka Guler, ji bo aqûbeta kurê xwe bipirse çû şîrketa kargoyê ya lê dixebitî. Xebatkarên kargoyê jê re gotin ku Guler tevî xebatkarê din ê kargoyê Mûrat Guneş bi wesayîta kargoyê çûye Êlihê, li wir rastî nasekî xwe hatiye û êdî venegeriya. Şefîka Guler jî got qey kurê wê ji bo mêvandariyê çûye Êlihê û li ser vê yekê vegeriya malê.    Bi ser bûyerê re roj derbas bûn û Guler venegeriya malê. Li ser vê yekê dayika wî dîsa çû şîrketa kargoyê û bi xwediyê buroyê Mûrat Sutşurup re hevdîtin kir. Sutşurup jî li ser vê yekê telefon kir û ji dayikê re got ku rewşa kurê wê baş e. Şefîka Guler ku li bendê bû kurê wê zû vegere, vegeriya malê.    Lê Mehmet Guler venegeriya malê. Fikarên dayikê zêde bûn û bi Mûrat Guneş ê kurê wê herî dawî li cem wî re bû hevdîtin kir. Lêbelê tu agahiyên cuda bi dest nexist. Li ser vê yekê çû mala Mûrat Sutşurup û jê xwest bizane ka li ser telefonê bi kê re axiviye. Sutşurup jî jê re got ku bi Mûrat Guneş re axiviye û tu agahiyên din nizane.    Şefîka Guler vegeriya mala xwe. Li gorî axaftinên Şefîka Gulerê; her du Mûrat jî alîgirên Hîzbûllahê ne. Kurê wê Mehmet Guler jî demekî kin çûye ser fikra wan lê piştre lihev nekiriye û jê derketiye. Lewma Şefîka Guler difikire ku kurê wê bi hevkariya her du Mûran ji hêla rêxistina Hîzbûllahê ve hatiye revandin.    Êdî hêviya Şefîka Gulerê namîne û serî li Şaxa ÎHD’a Êlihê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dide. Şefîka Gulerê der heqê her du Mûratan de serlêdana sûc kir. Her wiha îlan da çendek rojnameyan û lêgerîna xwe domand.    Di mehên Nîsan û Gulanê yên sala 1999’an de hêzên ewlekariyê li dijî rêxistina Hîzbullahê oprasyonek kir û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di nav kesên hatin girtin de Mûrat Sutşurup û Mûrat Guneş jî hebûn. Ji 1’ê Kanûna 1997’an heta niha tu agahî ji Guler nayên girtin.”    Piştî xwendina serpêhatiyê, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist.    ÊLIH   Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan jî di hefteya 714’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Guler ku di 1’ê Kanûna 1997’an de hatibû windakirin, hat pirsîn.    Çîroka windakirina Guler ji hêla Rêvebera Şaxê Zana Yucel Bozkurt ve hate xwendin.    Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.      COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan, çalakiya xwe ya 204’an li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakirina hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, vê hefteyê ji bo Rojhat Ozdeş daxwaza edaletê kir.    Metna daxuyaniyê ji hêla xwişka Rojhat Ozdel, Helîn Ozdel ve hate xwendin. Helîn Ozdelê got: “Rojhat Ozdel ciwanekî 18 salî bû û ji ber pirsgirêkên aboriyê û ji bo alîkariyê bide malbat xwe, neçar ma ku dev ji dibistanê berde. Di firneya xizmên xwe de dixebitî. Di roja ku dê cenazeyên Veysel û Reşît Îşbîlîr ên di çalakiyên Şemzînanê de hatibû qetilkirin li Geverê bihatina definkirin de (6’ê Kanûna 2014’an), meşeke girseyî hat lidarxistin. Ji ber ku dê çalakiya girtina kepenkan bihata lidarxistin, Rojhat nanê xwe girt û çû malê.    Mala Rojhat, li ser rêya çalakî lê dihat kirin bû. Li Esentepeyê ji nav girseyê derket. Piştî derketina bûyeran, li wir hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Bi wî halî li wir hate sekinandin. Li gorî agahiyên şahidan, destûr nehate dayin ku ambulans mudaxileyî Rojhat bike.”      'BI ÎŞKENCEYÊ HATE QETILKIRIN’   Li gorî îfadeyên şahidekê din, dema birîndar ji hêla leşkeran ve bi qontaxa çekê hate îşkencekirin. Bi ser re gelek dem derbas bû û piştre hiştin ambulans biçin cihê bûyerê. Koma tenduristvanan got ku dixwestin mudaxile bikin lê Rojhat jiyana xwe ji dest dabû. Heman derqanûntî li endamên malbatê jî hate kirin. Nehiştin endamên malbatê têkevin nexweşxaneyê û li wir hatin derbkirin. Heta nehiştin wekîl jî têkevin nexweşxaneyê. Endamên malbatê karîn di derengiya şevê de cenazeyê zarokê xwe bibînin. Di dema radestkirina cenazeyê de jî gelek derhiqûqî hatin kirin û piştre cenaze dan malbatê. Malbata Rojhat, ji bo aqûbeta Rojhat serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da lêbelê demekî dirêj hate vehêlandin û xistin nava dosyayên kiryarnediyar.”    DAXWAZA BILA FAÎL BÊN DÎTIN   Helîn Ozdelê herî dawî got: “Tevahiya lêpirsînan bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Bûyer di çapemeniya netewî de hate parvekirin, gelek pirs hebûn û gelek şahid jî hebûn lê tevî vê jî dosya hate xistin. Weke parastvanên mafên mirovan, ji bo aqûbeta tu kesekî kiryarnediyar nebe, em bang li dewletê dikin. Em dixwazin ku kes/kesên Rojhat Ozdel kuştin û hêzên ewlekariyê yên bûne sedema mirina wî demildest bên girtin û cezakirin.”    RIHA   Şaxa ÎHD’a Rihayê jî di hefteya 62’yan a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li pêşiya Novada Park AVM’ê daxuyanî da. Di çalakiyê de aqûbeta Faîk Kevcî ê di sala 1984’an di bin çavan de hatibû windakirin hate pirsîn. Endamê Şaxê Enes Mîllî daxuyanî xwend.    Mîllî, da zanîn ku Kevcî li navçeya Wêranşar a Rihayê dijiya, ji hêla 2 kesan ve hatiye binçavkirin û got: “Malbata wî hîn bû ku Kevcî ji ewil birine Mizarê, piştre birin Qereqola Gaviroglû û piştî du rojan jî ji hêla cerdevanan hatiye revandin û gelek caran cihê wî hatiye guherandin. Piştre jî Faîk Kevcî bi temamî winda bû. Li gorî agahiyên malbata wî dane, dema cerdevanan Faîk Kevcî teslîm girtin, kirîvtiya van cerdevanan bi malbatê re hebû. Cerdevanekî ji malbatê xwest ku ji bo berdana Faîk bikeve nava hewldanan lêbelê demekî kin piştre cerdevanan Faîk birin cihekî nediyar. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.”   Mîllî, da zanîn ku birayê wî Omer Kevcî bi salan li pey aqûbeta birayê xwe ketiye lê meqamên fermî tu bersivek nedane wî û got: “Di serlêdana Omer Kevcî de zext û gefên li ser malbatê bi aşkerayî tên dîtin. Li gund zexta cerdevaniyê li wan tê kirin, gefa valakirina malê, gefên înfazkirinê, koçberiya bi darê zorê çendek ji van in. Tevî ewqas serlêdanan jî dewletê tu tiştek nekir.    Em dixwazin aqûbeta Kevcî were aşkerakirin, der heqê hêzên ewlekariyê û cerdevanên tiliya wan di bûyerê de heye lêpirsîn bê destpêkirin û li ser zext û gefên li dijî malbatê jî lêkolîn were kirin. Her çend bi ser windakirina Faîk Kevcî re nêzî 40 sal derbas jî bibin, daxwaza heqîqet û edaletê hêj mîna roja ewil e. Dewlet mecbûr e ku cihê Faîk Kevcî nîşan bide ku ev berpirsyartiya dewletê ye.”