Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin 2025-12-06 14:23:25 ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê di şandeya Komîsyona Meclisê de cih girt, ji bo pêvajoyê got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin."    Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê ku di Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de cih girt, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X'ê daxuyaniye parve kir.    Yildiz di parvekirina xwe de diyar kir ku dînamîzma civakî, kapîasîteya dewletê, bandora herêmî û daneheviya dîrokî ya Tirkiyeyê çavkaniyeke mezin û pîroz e û got ku hêzên emperyalist nikarin hilberîna çareseriyê ya ji bo pirsgirêkan a aqilê dewletê asteng bikin.    Her wiha Yildiz di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku divê li se rpêvajoyê gotegot neyên kirin û got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin."