Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin 2025-12-05 11:39:42 STENBOL - Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay diyar kir ku dê ji gelek welatên cuda kes tev li konferansa di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê bê lidarxistin bibin û got: “Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin.”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, dê tevî tecrûbeyên cîhanê bê nîqaşkirin. Konferans dê li Eywana Konferansê ya Cem Karaca were lidarxistin. Axaftina destpêkê ya konferansê dê ji hêla Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Girava îmraliyê dihat ragirtin ve bê kirin.    Naveroka bernameyê hûn dikarin li ser vê lînkê binêrin https://mezopotamyaajansi43.com/kr/HEM-NCE/content/view/293599   ‘DÊ KONFERANS JI BO PÊVAJOYÊ SÛDEWER BE’    Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay anî ziman ku dê konferans ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî sûdewer be û got: “Paradîgmaya birêz Ocalan, ji bo her kesên daxwaza demokrasiyê dikin û li modelên cuda digerin alternatîfekê pêşkeş dike. Bi vê paradîgmayê re tevahiya cîhanê têkoşîna gelê Kurd nas kir û paradîgmaya birêz Ocalan nîqaş dike.”    PIRSGIRÊKA KURD DÊ LI SER ZEMÎNA NAVNETEWEYÎ BÊ NÎQAŞKIRIN   Di berdewamê de Ebrû Gunay, destnîşan kir ku di konferansê dê li ser mînakên li cîhanê nîqaş bên kirin. Ebrû Gunayê got ku ji Efrîqeya Başûr heta Katalonyayê gelek kes tev li konferansê dibin û got: “Ev konferans hem dê hem Kurdan hem jî qada navneteweyî bîne gel hev û zemîna nîqaşê çêbike.”    'DÊ FIKRÊN BIRÊZ OCALAN BÊN NÎQAŞKIRIN’    Ebrû Gunayê axaftina xwe wiha qedand: “Gelek derdorên cuda yên cîhanê dê pirsgirêka Kurd nîqaş bikin. Dê fikrên birêz Ocalan ku li Tirkiyeyê bûne tabû, bên nîqaşkirin û ji bo pêvajoyê sûdewer bin. Lewma dê bandoreke wê ya êrênî hebe. Bêguman nîqaşkirina fikrên birêz Ocalan ên ji hêla derdorên cuda yên cîhanê ve girîng e û dê li ber deriyeke nû veke. Dê nîşan bide ku pergaleke dij-kapîtalîst pêkan e û dê bibe îspata wê ku ev pergal dikare bi piştevaniyê were avakirin.”    MA / Bêrîvan Altan