ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-03 09:00:03   * Dêrazor a ku li Sûriyeyê di navbera bajaran de wekî pirekê ye û ji aliyê bazirganî û lojîstîkê ve xwedî cihekî stratejîk e, li herêma di bin kontrola HTŞ'ê de hîn şopên kûr ên şer dixuye, lê li aliyê Rêveberiya Xweser pêşerojeke nû tê avakirin.   * Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê 'Şiyar Be!' yê Mêrdînê Mucahît Cevheroglu, diyar kir ku ew ê li hemberî firotina tiryakê û tiryakkêşiyê "ji bo jiyaneke nû çareseriyên alternatîf biafirînin."   * Prof. Dr. Şebnem Oguz bal kişand ser girîngiya civakîbûna aştiyê û got: "Îro meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê, ne tercîheke taktîkî ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku CHP rêbazek berfirehtir bipejirîne ku barê aştiya civakî hilgire."   * Qereqol, kulûbeyên nobedariyê û terasa seyrê yên ku li ser lûtkeya Toprakkale ya ku wek paytexta duyemîn a Qiraliyeta Ûrartûyê tê qebûlkirin, hatine çêkirin, dîroka hezar salan bi tunnebûnê re rû bi rû dihêle.   * Pisporê Perwerdeya Taybet û çalakvanê mafên astengdaran Dr. Firat Gezer, bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar pê re rû bi rû ne û got, divê fikara malbatan a "Dema ez mirim dê çi bi zarokê min were" bê çareserkirin.   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku li beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin dê were şopandin.   * Rojnameya Yenî Yaşamê û DFG dê bi boneya 32'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê dê li semta Cagaloglû ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (10.00- ZINDÎ)   *Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku jinûve tê darizandin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê lidarxistin. (11.00)   * Şaxa SES'ê ya Amedê û Şaa SHUDER'ê ya Amedê dê bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê dê li Şaxa SES'ê daxuyaniyê bide. ( 13.30)