Tedawiya rojnameger Aykol didome 2025-12-02 15:42:59   ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte bi dayîna antîbiyotîkên nû didome.    Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çû ser mêjiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Heta niha sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî ya li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan got ku ji ber pirsgirêka di cergê Aykol de, tedawiyê dê bi antîbiyotîkên nû bidomînin.    Hat zanîn ku rewşa Aykol stabîl e.