'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike' 2025-12-02 09:07:38 WAN - Arkeolog Murat Şen diyar kir ku li Wanê restorekirin bêyî analîza têrker a dane û tevnê, bi lez û bez tên kirin û got: "Restorekirina şaş, bîra bajêr xera dike."   Xebatên restorekirinê yên ku di demên dawî de li Wanê hatine kirin, avahiya resen a berheman xera dike. Kelehên Wan, Çavuştepe û Hoşapê yên ku bûne sembola bajêr, Bajarê Kevin ê Wanê, xaniyên kevirî yên kevneşopî û mizgeft piştî restorekirinê nayên naskirin. Li şûna karkerî û hostatiya keviran, dîwarên betonî, li şûna mîmariya resen jî zêdekirinên modern hatin bicihkirin. Restorekirinên ku ne li gorî reseniya avahiyan û bi kelûpelên ne li gorî taybetmendiya avahiyan, avahî xera kirin û ew bi tewna bajêr re nelihev in. Di hin restorekirinan de hilweşandina dîwarên kevirî û çêkirina wan a ji nû ve, liberxistina deriyên modern, zêdekirinên li ser pace û rûyê avahiyan, tevna avahiyên dîrokî ji holê rakir.   Arkeolog Murat Şen destnîşan kir ku divê restorekirin li gorî tevn û mîmariya avahiyê were kirin û ev tişt got: "Heke em di qada kolanên arkeolojîk de restorekirinê bikin û em ji bo berhemeke dîrokî bernameyeke parastin an jî ji nû ve rakirina ser piyan bifikirin, helbet divê em vê yekê li gorî hin rêgez û biryarên navneteweyî û neteweyî bikin. Ji be vê yekê dema em van karan li gorî van rêgez û biryaran bikin, divê em ji aliyê hin şande û lijneyan ve werin kontrolkirin û arastekirin. Her kes nikare li gorî serê xwe restorekirinê bike."   'DIVÊ BÊYÎ XERAKIRINA TEVNA MÎMARÎ WERE KIRIN'   Şen destnîşan kir ku hejmar, mezinahî, rewşa di nav qada kolanê de û asta xerabûna avahiyê di restorekirinê de girîng e û divê piştî ku tenna avahiyê baş were analîzkirin were restorekirin û wiha pê de çû: "Di qonaxa yekem de pêwîst e ku kolanên arkeolojîk ên pir baş û têrker werin kirin û daneyên ji wir hatine bidestxistin bi awayekî rêkûpêk werin nirxandin. Belkî qonaxa yekem a restorekirinê ev be. Mijara duyem jî kelûpelên ku di restorekirinê de tên bikaranîn e. Hûn mecbûr in ku li ser kelûpelên ku we di encama kolanên arkeolojîk de bi dest xistine, birêve bibin. Ger hewcedariya temamkirin û restorekirina hin cihan çêbibe, divê ev jî bêyî xerakirina tenna wê avahiya mîmarî bêne kirin. Ev tê çi wateyê? Tevneke wê avahiya mîmarî bi hawîrdor, kelûpel û avabûna xwe ya manewî heye. Divê hûn bêyî xerakirina wê tevnê kelûpelên cuda li şûna wê bi kar bînin û restorekirinê li wir diyar bikin. Em qala avakirina avahiyeke tam nû nakin. Dema em avahiya heyî radikin ser piyan, ez behsa bikaranîna kelûpelên ku tevnê xera nakin, dikim. Ev jî yek ji qonaxên pir girîng ên pêvajoya restorekirinê ye."   Şen bal kişand ser şaşiyên ku di restorekirinê de tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke hûn di pîvana avahiyekê de dema avahiyekê restore bikin, bêyî ku lêkolîna arkeolojîk a têrker bikin, wê avahiyê bi temamî ji wir rakin û piştre bi kelûpelên cûda, bi neliheviya kelûpelên cûda li wir hêmanan ava bikin û li ser wan hêmanan di pîvanên cûda de avahiyên ku kevin tînin bîra mirovan û xalên referansa dîrokî li ber çavan digirin, lê bi awayeke cuda ava bikin, ev dibe sedema xeletiyên pir mezin."   'RESTOREKIRINA ŞAŞ DIBE SEDEMA BELGEKIRINA ŞAŞ'   Şen bal kişand ser restorekirina li Bajarê Kevin ê Wanê û di axaftina xwe wiha domand: "Yek ji xeletiyên herî mezin ên ku ez dibînim ev e: Di restorekirina Bajarê Kevin ê Wanê de bi awayekî pir lez tê kirin. Pêwîstiya vê yekê tune. Lez, dikare bibe sedema restorekirinên şaş û belgekirinên şaş. Belgekirinên şaş xerakirineke pir cidî ye. Ji ber vê yekê, lêkolînek têrker a avahiyekê, fêmkirina wê, dihêle ku pêvajoyên restorekirinê jî ewqas rêkûpêk bin. Mêvanê ku tê, tûrîstê ku dê wê temaşe bike an jî mirovê ji wir, bi dîtina ku ew tevn xera nebûye, têkiliyek di navbera xwe û tenna dîrokî de datîne. Lêbelê heke hûn di nav tevneke cuda de li ser zemînekê avahiyeke pir cûda ya derveyî wê tevnê ava bikin, ev ji aliyê temaşevan ve hesta 'aîdiyetê' ava nake û ji ber vê yekê karê ku hatiye kirin êdî ji restorekirinê derdikeve. Dê veguhere xebatek avahiya ku bi lez û bez hatiye kirin. Em vê rewşê qet naxwazin."   'ANALÎZA TEVNÊ NAYÊ KIRIN'   Şen destnîşan kir ku di plansaziya bajêr û xebatên restorekirinê de şaşiya herî mezin ew e ku analîza tevnê nayê kirin û wiha berdewam kir: "Dema hûn dikevin bajarekî, tevna wir bi rastî hesta ku ew der çi ye dide we. Lewma heke hûn tevger û karên li gorî vê tevnê bikin, ew bê nasnamebûn a ku hûn dibêjin helbet çênabe. Lêbelê heke hûn tevna bajarekî nizanibin hûn ê wir çawa ava bikin, hûn ê çawa ji nû ve rakin ser piyan? Dîsa heke em li ser Bajarê Kevin ê Wanê mînak bidin, ger hûn tevna wir nizanibin hûn ê berdêla xebatên ku hûn li wir dikin çawa hesab bikin? Gelo karên ku li wir tên kirin bi tevna dîrokî û çandî ya vir re lihevhatî ne, hûn ê çawa bi cih bikin? Karê pêşîn her dem bidestxistina daneyên baş e. Naskirina wê qadê û naskirina wê tevnê ye. Destpêka herî mezin û herî girîng a xebateke restorekirinê ev e. Lewma şaşiya herî mezin jî ev e. Helbet di hin mijarên teknîkî de jî hin pirsgirêk derdikevin. Dema ev dane bi awayekî rêkûpêk neyên bidestxistin, hin avahî mezintir an jî biçûktir dikarin bên avakirîn. Ez bawer dikim ku çavkaniya sereke ya van hemû pirsgirêkan ji nekarîna analîzkirina rast a tevnê û pêvajoyên sererastkirinê yên ku bêyî bidestxistina daneyên têrker bi lez û bez têne temam kirin tê."   MA / Zeynep Durgut