Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin 2025-11-28 19:52:55   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA jî di nav de pênc saziyên jinan, daxuyandin ku têkildarî mirina Dîlan Karamanê komisyona lêkolînê ava kirine.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê û Komeleya Piştevaniyê ya Jinan (DAKAH-DER) daxuyandin ku têkildarî mirina Dîlan Karamanê ku duh danê sibehê jiyana xwe ji dest da, komisyona lêkolînê ava kirine.    Di daxuyaniyê de ku bi navê her pênc saziyan hat belavkirin, hat destnîşankirin ku ji bo hemû aliyên mirina Dîlan Karamanê bê zelalkirin û berpirsiyarên xwe bi cih bînin, ji nûnerên sazî û rêxistinên jinan komîsyoneke lêkolînê ava kirine.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê hemû îdiayên têkildasrî mirina Dîlan Karamanê û sedemên wê bi awayekî berfireh bên şopandin û ser tu berpirsiyariyê neyê nixumandin.