Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir 2025-11-28 19:41:55   AMED – Amedsporê li qada xwe Esenler Eroksporê 2-1 têk bir û pûanê xwe kir 29.    Amedspor ku di Lîga Yekemîn a Trendyolê de têdikoşe, li qada xwe Esenler Eroksporê ezimand. Amedsporê, di hefteya 15'emîn a lîgê de li Stadyuma Diyarbakirê Esenler Eroksporê 2-1 têk bir. Di nîveka ewil a lîstikê de Erokspor 1-0 ket pêşiyê. Lê di nîveka duyemîn a lîstikê de Amedspor di deqeya 78'emîn de bi gola Andre Poko lîstikê kir 1-1 û di deqeya 87'emîn de bi gola Mbya Diagne Amedspor 2-1 ket pêşiyê. Lîstik bi vê skorê bi dawî bû.    Amedsporê bi vê serketinê pûanê xwe kir 29 û bi maçeke zede ket rêza duyemîn.