Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-11-28 14:36:16 AMED – Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, bi munasebeta 10’emîn salvegera qetilkirinê li ser gora xwe hat bibîranîn.  Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku di 28’e Mijdarê 2015’an de li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin, di 10’emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Gelek serokên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.   Di merasîmê de li ser gora Elçî dua hatin xwendin û qurnefîl li ser gora wî hatin danîn.