'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê' 2025-11-27 09:06:10   STENBOL - Berdevka TJK-E'yê Kezban Doganê, got: "Felsefeya Abdullah Ocalan jina ku bindest bû, veguherand xwedawendê û wê dike hêvî."   PKK a ku di rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fisê yê navçeya Licê ya Amedê hat damezrandin, 47 salan pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdan kir. PKK'ê di vê pêvajoyê de di nava civaka Kurd de guhertinên bingehîn pêk anî. Piştre, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, xwe fesix kir. Berdevka Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Ewropyaê (TJK-E) Kezban Doganê, di der barê bandora veguherîner a nasnameya jina azad ya di dîroka têkoşîna PKK'ê de, axivî. Kezban Dogan diyar kir ku ew 6 mehan ji PKK'ê mezintir e û qala bandora veguherîner a PKK'ê ya di zarokatiya xwe de kir.   Kezban Doganê rave kir ku ji ber civaka feodal a ku ew tê de mezin bûye, nêrîna civakê ya li ser jinê neyînî bû û propagandaya dijber a li ser têkiliya jin û mêran a di nava PKK'ê de bandorek xurttir dikir, lêbelê, berxwedana Ayten Tekîn a li Bagokê, cihê ku 19 PKK'îîyan jiyana xwe ji dest dan, bandora vê propagandaya dijber şikand û rêz li berxwedêrên jin xurttir kir. Piştî wê, li Mêrdînê tevlîbûna zede ya jinan li PKK'ê çêbû. Kezban Doganê ev tişt got: "Di salên 1989’an de li Mêrdînê tevlîbûneke zêde pêk hat, li her devera Kurdistanê jî bû. Çûyîna ewqas jinên ciwan a ji bo çiyê, civak ji her alî ve bandor kir û ligel wê xwedîderketinek çêbû."   JI JINA BINDEST BER BI HÊVÎBÛNÊVE   Kezban Doganê diyar kir ku zêdebûna berxwedana jinan, jin kiriye kirde û têkoşîna PKK'ê bi awayekî şênber civak guherand û ev rewş îro jina ku bindesta bindestan bû, kir hêvî û wiha pê de çû: "Sê sal berê bi sernava 'em cîhana xwe dixwazin' konferansek li ser ramanên Rêber Apo hat lidarxistin. Li wir hemû fîlozofên herî navdar ên cîhanê jî gotin, 'Rêber Apo mamosteyê me ye, em xwendekarên wî ne. Em tenê di teoriyê de man, me nekarî wê pratîk bikin.' Lê Rêber Apo di vê têkoşîna 47 salî de ew ne tenê bi teoriyê sînordar maye, jiyiye û prototîpa wê li Rojava bi awayekî şênber dîtine."   Kezban Doganê destnîşan kir ku yekemîn kongreya PKK’ê û kongreya wê ya 12’yan, ya ku biryara fesixkirinê tê de hat dayîn, berdewama hev in û wiha pê de çû: "Rola Sakîneyan di kongreya yekem de, cihgirtina azadiya jinê di navenda têkoşînê de ji aliyê Rêber Ocalan ve, pêşxistina têkoşînê li ser bingeha civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz a jinê di salên 2000'î de û rewşên wekî kuştina mêrtiya serdest, bû sîstemeke ramana ku dibêje civak bi koletiya jinê winda dike."   'DI YEKÊ DE HAT QETILKIRIN DI YA DIN DE VEGUHERÎ XWEDAWENDÊ'   Kezban Doganê bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku li ser qetilkirina Xwişkên Mîrabel  hatiye avakirin, lê damezrandina PKK'ê li ser esasê jiyana jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 25'ê Mijdarê de jin hatin qetilkirin, di ya 27'ê Mijdarê de jin veguherîn xwedawendan. Ew bûn navenda têkoşînê û jiyana nû. Rêber Apo got ku mêrê sosyalîst, e ew ê ku dikare bi jinan re diyalogê deyne. Felsefeya Rêber Apo ku bi damezrandina PKK'ê dest pê kir û veguherî civaka demokratîk, berî her tiştî bû oksîjen ji bo tevahiya cîhanê, nexasim ji bo jinan. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst pişikên me jinan xetimandibû. Çawa ku di çîroka Pinokyo de mirovek ji dar hate afirandin, Rêber Apo jî jin ji kevirekî afirand."   ARMANC CIVAKA DEMOKRATÎK E   Kezban Doganê banga Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo edaleta jinê, entegrasyona wê ya erênî, ahengdariya wê, cewhera wê ya parastin, xwedîkirin, afirandin, zayînê ya ku ji çanda Dayîka Xwedawend tê, dizane. Li aliyekî pêvajoyê didomîne, li aliyê din jî hewl dide civakeke nû biafirîne. Niha du çem paralel diherikin. Li aliyekî guhertin û veguherîna civakê, li aliyê din jî dibêje ku qonaxeke têkoşînê qediya ye û divê derbasî qonaxeke nû bibin. Di yekemîn manîfestoya PKK'ê de jî hatibû gotin, 'PKK ne armanc e, amûr e'. Lê ji ber ku em mirov in, hesta me ya xwedîderketinê ew kir armanc. Lê piştî 27'ê Sibatê, Rêber Apo got ku tekane armanca me, meşa ber bi hedefê ve ye. Armanc jî avakirina civakeke demokratîk e."   MA / Omer Îbrahîmoglû