DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da 2025-11-26 12:11:24   AMED - DBP’ê bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin da û got: “Ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar a li Sûriyeyê divê gavên pêwîst demildest bên avêtin.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrişên li Humsê ya Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê bi bîr xist ku ji destpêkê heta niha hikûmeta veguhêz êrişên giran dibe ser Elewiyan û komkujiyên mezin kiriye. Hat gotin ku Elewî, di sedsala 21’an de ji ber baweriya xwe tên qetilkirin.    JINÊN ELEWÎ TÊN REVANDIN   Bi domdarî hate gotin ku komkujî bi destê komên paramîlîter ên cîhadîst û bi agahiya hikûmeta veguhêz tê kirin, jinên Elewî tên revandin, mal û milkê wan tê desteserkirin û mafê Elewiyan ê jiyanê hedef tê girtin. Hat gotin ku welatiyên Elewî ji ber necezakirina faîlên komkujiya 10’ê Adarê çalakiyên protestoyî yên rewa li dar xistin û daxwazên mafên xwe yên rewa kirin. Hat diyarkirin ku zîhniyeta li Sûriyeyê ya li dijî Elewiyan, di heman demê de nîşaneya xetereya li ser nasnameyên cuda ye.    ALOZIYA KÛR    DBP’ê got ku hikûmeta veguhêz û çeteyêyên cîhadîst ên girêdayî wê hewl didin Sûriyeyeke yekperest, zextker, zayendperest ava bikin û alternatîfa li dijî vê aloziya kûr a li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. DBP’ê xwest ku modela Rojava li tevahiya Sûriyeyê bikeve meriyetê û got ev temînata aştî û aramiya Sûriyeyê ye. DBP’ê banga bidawîkirina komkujî û êrişêj ser Elewiyan kir û bang li hêzên neteweyî û navneteweyî kir ku berpirsyartiyê li xwe bigirin. DBP’ê, herî dawî got: “Ji bo darizandina hemû faîlên komkujiyên Elewiyan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar a li Sûriyeyê, em bang dikin ku gavên pêwîst tavilê bên avêtin.”