Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye 2025-11-26 09:11:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan diyar kir ku PKK şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye û got: “PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.” Têza “Kurdistan mêtingeh e" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1973’yan de, li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê û pirsên wekî “Rastiya neteweyî ya Kurdistanê çi ye?”, “Divê nêzîkatiya li vê rastiyê çawa be?”, “Divê rewşa hêzên mêtinger û têkiliyên bi wan re çawa bên famkirin?” ên li ser vê bingehê derketin holê, veguherî têkoşîneke nû ku paşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û di serî de ya gelê Kurd diyar kir û herka dîrokê guherand.   Bingehê PKK’ê di sala 1973’yan de, bi gotina Abdullah Ocalan wekî komeke “bertekê”, hat avêtin û derket ser dika dîrokê. Ev serdem di dîroka pergala kapîtalîst de bû serdema şikestineke girîng; di heman demê de serdemek bû ku pergala sosyalîzma reel hilkişiya lûtkeyê, tevgerên rizgariya neteweyî herî xurt bûn û tevgerên Ciwanan ên 1968’an bibandor bûn.   DERDORA ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK   Tirkiyeya salên 70’yî serdemek bû ku îdeolojiyên Îslamî, îdeolojiyên sosyalîst û neteweperestiya li gel hev şer dikirin. Li Kurdistanê jî serdestiyeke giran a mêtingeriyê û “paşverûtiya hevkar” serdest bû. Di vê pêvajoya ku PKK’ê tovên xwe avêtin de, li gorî perspektîfa têkoşîna sosyalîzma reel xwe bi rêxistin kir û di çareserkirina pirsgirêka Kurd de modela avakirina dewletê esas girt. Wekî tevgereke rizgariya neteweyî ya ku xwe dispêre şerê gel ê demdirêj, Şoreşa Kurdistanê ya ku karakterê wê “Neteweyî û Demokratîk” e û bi dirûşma Kurdistana Serbixwe, Yekbûyî û Demokratîk armanc kir.   Abdullah Ocalan ê ku serdema 70’ê wekî “qonaxa hov a pergala kapîtalîst” pênase dike, Tirkiyeya salên 70’ê wiha şîrove dike: “Tirkiyeya 1970’ê, hêdî hêdî diket bin bandora şoreş û dijşoreşa ku li cîhanê pêk dihat. Qeyrana pergala kapîtalîst a li cîhanê dihat jiyîn, li Tirkiyeyê xwe wekî qeyrana faşîzma Tirkên Spî nîşan da. Qeyrana modernîteya kapîtalîst, qeyrana netewe-dewleta Tirk bû.”   ÇIMA RÊXISTINBÛNEKE CUDA?   Abdullah Ocalan dibêje: “Di cîhana 70’ê û Tirkiyeyê de, heqîqetên ku bi têkoşîna îdeolojîk a bi qeyrana di pêkhateyên modern de (kapîtalîzm, netewe-dewlet û endustriyalîzm) derketin holê, di avabûna PKK’ê de xwedî pareke girîng in”; herwiha diyar dike ku hem ji tevgerên ciwanên şoreşger ên Kurd hem jî yên Tirk bandor bûye. Lêbelê Abdullah Ocalan rexne li tevgerên sosyalîst, sosyal demokrat û rizgariya neteweyî yên wê demê dike û dibêje “Her sê tevger jî bi pergalê ve girêdayî bûn. Ji wê çêbûbûn…” û pêdivî bi şêwazeke cuda ya rêxistinbûnê dît.   Abdullah Ocalan vê rewşê wiha rave dike: “Di destpêka salên 1970’yî de dema li cîhanê pêşketinên mezin di vî warî de çêdibûn, çepa li Tirkiyeyê û tevgera Kurd a di çarçoveya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de, meyla çep a klasîk û neteweperestiyê zêde derbas nekiribû… Min bi çavê xwe dît ku rêxistinbûnên heyî hêviyê nadin, lewma ez gihiştim wê qenaetê ku dê rêxistinbûneke nû rasttir be.”   SERDEMA YEKEMÎN A PKK’Ê   Abdullah Ocalan jiyana xwe ya takekesî û rêxistinî dike 3 qonax. Qonaxa yekemîn wekî serdema piştî berteka nîşanî malbat û gund da û dest bi dibistana seretayî kir pênase dike û vê serdemê ji bo xwe wekî serdema civakîbûna yekemîn bi nav dike. Abdullah Ocalan serdema xwe ya duyemîn jî wekî serdema 1972-1984’an diyar dike. Vê serdema ku bi koma di sala 73’yan de ava kir re wekî pêngava civakîbûna duyemîn bi nav dike, di heman demê de wekî qonaxa yekem a PKK’bûyînê pênase dike.   Abdullah Ocalan der barê biryara komê de wiha dibêje: “Di serdemeke ku fermana mirina Kurdistan û Kurdayetiyê hatibû dayîn û bi awayê herî giran dihat jiyîn de, biryardayîna li ser vejîna têgehî li Enqereyê, ew jî bi tena serê xwe, dahurandineke ewqas cidî dixwaze ku dikare bibe mijara romanekê.” Abdullah Ocalan diyar dike ku xeta vê koma ku ji xwe re digotin “Şoreşgerên Kurdistanê”, fikra azadî û wekheviyê esas didîtin û destnîşan dike ku tiştê kom ji rêxistinên din ên çep cuda dikir û ji marjînalbûnê xelas dikir jî ev bû.   Abdullah Ocalan vê serdemê wiha vedibêje: “Ev qonax dikare wekî pêngava hişyarbûna gelê Kurd ê xizan a li hemberî serdemê jî were gotin. Serhildana yekem, guleya yekem a li çarenûsa kor jî dikare were gotin. Wekî qêrîna namûs û rûmetê jî dikare were nirxandin. Wekî çalakiya yekem a serkeftî ya Hz. Dawûd a li dijî Golyat jî dikare bê pênasekirin. Yek ji pêngavên ewil ên cesareta ji bo azadiya ramanê jî dikare were hesibandin. Pêngava qutbûna ji normên koletiyê yên kûr ên hezar salan jî dikare bê dîtin. Serdemeke wisa ye ku bi wate, serkeftina wê hinekî şans, hinekî ked û baweriyê dixwaze, wekî zayîna duyemîn, wekî ji nû ve avakirina paradîgmayê dikare were pênasekirin.”   DI 27’Ê MIJDARÊ DE KONGREYA DAMEZRÎNER   Abdullah Ocalan diyar dike ku di sala 1976’an de komê bi awayeke stratejîk ji çepa Tirkiyeyê qut bû û salên 73-76’an wekî serdema belavbûna koma biçûk a di nava komên ciwanan de, sala 78’an jî wekî serdema destpêkirina girseyîbûna komê rave dike. Abdullah Ocalan dibêje: “Her du serdem jî bi serkeftî hatibûn derbaskirin. Pirsgirêk ew bû ku piştî wê dê çi û çawa bihata kirin. Pêngava din girêdayî bersivdayîna pirsa 'partîbûn yan rêxistina çalakiya leşkerî' bû.” Abdullah Ocalan ê ku di sala 1977’an de derket sefera propagandayê ya Kurdistanê, di heman salê de bi qetilkirina Hakî Karer re li gorî soza bîranîna wî, di sala 1978’an de li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê bi kongreya damezrîner a ku 22 kes beşdar bûn, PKK ava kir.   PÊŞKETINA HIŞYARBÛNA NETEWEYÎ   Abdullah Ocalan damezrandina PKK’ê wekî “dawiya serdemekê” diyar dike û wiha pê de diçe: “Tevgera vê koma destpêkê ku bingehê wê di salên 1973’yan de hat avêtin û ber bi 76’an ve berhemên xwe da, piştî ku li metropolan hat astekê, di salên 1976-77’an de bi lez derbasî bajarên Kurdistanê bu. Nîqaş û xebatên propagandayê yên salek-du salan hatin meşandin, bûn sedema pêkhatina gelek koman, pêşketina xebata siyasal û welatparêziyê û li ser vê bingehê bûn sedema pêşketinên ku gihişt îlankirina fermî ya PKK’ê. Bi vê gava mezin a ewil re; vegera welat, li rastiya neteweyî, pêşketina hişyarbûna neteweyî û ragihandina PKK’ê re rûpeleke dîrokî bi serkeftî hate nivîsandin.”   TÊGIHÎŞTINA PKK’Ê   Abdullah Ocalan diyar dike ku têgihîştina ji derketina tevgera PKK’ê, ji bo têgihîştina rastiya Kurdistanê pêwîst e, an jî têgihîştina rastiya Kurdistanê ji bo têgihîşetina rastiya PKK’ê pêwîst e.   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku PKK ne partiyek e, lê şêwazeke nû ya jiyanê ye û dibêje: “Veguherîna nasnameyê dihat ferzkirin. Têkiliya rola ku min hewl dida di PKK’bûyînê de bilîzim bi wateya hişmendiyê re aşkere bû.” Abdullah Ocalan wiha diyar dike: “PKK, şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye. Hewes û daxwaza serxwebûn û azadiyê, di dilan de û li lûtkeyên çiyayan di şiklê toveke veşartî de bû. PKK a ku tenê şiklekî vê şînbûnê ye, li cih û demeke ku dijmin qet bawer nedikir û neanîbû bîra xwe şîn bû. Ew wekî yek ji rêbazên herî hêja û watedar ji bo gelê me derketiye holê da ku hêviyên xwe yên hebûnê û azadiya xwe wekî neteweyek biparêzin."   ‘EM NEÇAR BÛN HÊŞÎN BIBIN’   Abdullah Ocalan diyar dike ku gelê Kurd hatibû rewşeke wisa ku navê xwe îtîraf nedikir, ji xwe nefret dikir û ji aliyê hemû cîhanê ve hatibû jibîrkirin û wiha destnîşan dike: “Mêtingerên Tirk, li gorî dîroka xwe êrişî van hêviyên ewil ên gelê me û vê hêşînbûna ewil a Partiya me kirin... Çawa ku giyayekî biçûk di nava zinar de zinar diqelişîne û hêşîn dibe; ji ber ku em yek ji kevintirîn gelên welatê xwe ne, qet şaş nîne ku em wekî tovan vekin, kulîlkan bişkivînin û tevî wan bayên dijwar jî, pişta xwe bispêrên rehên xwe yên xurt, li rêyek jiyanê bigerin. Derfet û firsend çi dibe bila bibe, li ku, çawa û bi çi awayî dibe bila bibe, tekez em mecbûr bûn hêşîn bibin. Me nedikarîn qebûl bikin, bibin gelekî wisa ku wekî bermayiyên dawî yên gelek nebat û heywanan xelas dibin. Me nedikarî bigota bila ew gelê ku divê ji ser rûyê erdê were jêbirin gelê me be.”   SERDEMA DUYEMÎN A PKK’Ê   Abdullah Ocalan diyar dike ku beşa duyemîn a qonaxa duyemîn a jiyana wî salên 15’ê Tebaxa 1984’an û 15’ê Sibata 1999’an e. Ev dîroka ku wekî “Pêngava 15’ê Tebaxê” yan jî “Pêngava 1984’an” derbasî dîroka PKK’ê bûye, serdemeke stratejîk e ku têkoşîna gerîla hatiye destpêkirin û derbasî serdema têkoşîna çekdarî ya çalak bûye. Abdullah Ocalan vê serdemê wekî pêngava duyemîn a PKK’ê ku têkoşîna çekdarî lê serdest e pênase dike.   Abdullah Ocalan dibêje: “Di dîroka Rojhilata Navîn de dikare were şibandin komên Babek, Xaricî, Qermatî û Hesen Sebah. Di beşa yekemîn de Îsewîtî serdest e, di beşa duyemîn de giraniyeke têkel a Mûsewîtî û Mihemedîtiyê heye. ‘Erka gihandina axa sozdayî’ ya koma koçberan a ku bi zorê dimeşe, ked û jêhatîbûneke mezin dixwaze. Gihandin Hz. Mûsa tîne bîra mirov, çalakiyên şer jî yên Hz. Mihemed ên li Medîneyê tîne bîra mirov. Atmosfereke wisa ya bawerî û îmana ruhî serdest e. Girêdayîna baweriyê tam mûminî ye. Sosyalîzma zanistî bi qezenckirina hêza îmanê tê meşandin. Şer tam çalakiyeke pîroz e.”   PKK Û JIN   PKK, berevajî rêxistinên din pirsgirêka azadiya jinê jî xiste navenda xwe; Abdullah Ocalan tespîta “Heta analîzên jinê neyên pêşxistin, çareseriya îdeolojîk û siyasî jî tam nabe” dike. Bi taybetî bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku bi salên 90’î re pêş xist û li ser bingeha vê îdeolojiyê artêşbûna jinê û hebûna rêxistinbûnên xweser ên jinan li gelek qadan, PKK ji rêxistinên klasîk cuda kir. PKK bû partiyeke jinan.   QEYRANA ÎDEOLOJÎK!   Dema ku pêşketinên wekî derketin û pêşketina PKK’ê, civakîbûna wê ya bi serhildanên salên 90’î re û ji nû ve avakirina hişmendiya neteweyî di civaka Kurd de dihatin jiyîn; bi hilweşîna sosyalîzma reel re qeyraneke îdeolojîk jî jiya. Abdullah Ocalan vê rewşê wiha vedibêje: “Xumamî ya ku PKK di pêvajoya avabûna îdeolojîk de jiyaye, ji ber kêmasî û şaşitiyên ku sosyalîzma zanistî bi giştî jiyaye rû didan. Nexasim têzên J. Stalîn ên der barê pirsgirêka neteweyî de di vê mijarê de bibandor bûn. Îdeolojiya netewe-dewletparêz û îdeolojiya civaka demokratîk bi awayekî têkel û eklektîk bi hev re bûn. Di qonaxa damezrandinê de em ne xwediyê wê jêhatîbûn û hêzê bûn ku ferqê bixin navbera îdeolojiya dewletparêz û îdeolojiya civaka demokratîk.”   SERDEMA SÊYEMÎN A PKK’Ê   Ev qeyrana îdeolojîk a PKK’ê, bi encama komployeke navneteweyî ya dîlgirtina Abdullah Ocalan a li Îmraliyê re rastî guherîneke nû ya paradîgmayî hat. Abdullah Ocalan di vê serdemê de, li ser bingeha qutbûna ji feraseta dewletê ya ku di armanca damezrandina PKK’ê de hebû, dibêje “Partiyên ku armanca wan ew e bibin dewlet, nayê payîn ku bigihîjin fikra wekhevî û azadiyê.”   Abdullah Ocalan diyar dike ku komploya 15’ê Sibatê ya ku wekî zayîna sêyemîn bi nav dike, di heman demê de derbeya mirinê li meşa paradigmaya dewletê xistiye û wiha tîne ziman: “Serdema  sêyemîn a jiyanê dikare wekî qonaxa ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta dawiyê diçe were cudakirin. Taybetmendiya wê ya diyarker ew e ku bi giştî qutbûna ji jiyana li gorî esasê dewletbûnê û bi taybetî ji jiyana modern a kapîtalîst dest pê dike. Qutbûna ji jiyana şaristanî û dewletbûnê ne paşketin e. Qutbûna ji şaristaniya çînî ya hiyerarşîk û dewletparêz, rexnedayîna herî mezin e. Partîbûna li ser navê dewletê yan jî avakirina partiyê ji bo bibin xwedî dewlet wekî şaşitiyeke bingehîn tê dîtin û bi rexnedayîneke dilsoz dev jê berdana vî rengê partîbûnê, helwesta herî rast e. Hem dewletbûn hem jî fikra azadî û wekheviyê bi hev re nayê birêvebirin. Yek ya din derbas dike.”   REXNEYA LI SOSYALÎZMA REEL   Abdullah Ocalan diyar dike ku PKK’ê hebûna Kurdan îspat kiriye, gihiştiye hişmendiya îdeolojîk-rêxistinî lêbelê di pêngava azadbûnê de xitimandinek jiyaye. Abdullah Ocalan sedema li pişt vê xitimandinê wekî sosyalîzma reel nîşan dide û dibêje: “Sosyalîzma reel hilweşiya, em li ser piyan man lê em qeyraneke mezin jî jiyan. Sosyalîzma reel, ji ber ku nekarî xitimandinên xwe yên teorîk derbas bike û sosyalîzma azadiyê pêş bixe hilweşiya.”   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bi veguherîna paradîgmayî re hewl didin teoriyeke sosyalîst a alternatîf a ku sosyalîzma reel derbas dike pêş bixin û destnîşan dike ku ev hem ji bo perspektîfa sosyalîst hem jî ji bo PKK’ê veguherîneke stratejîk e. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Me navê wê kir ‘Modernîteya Demokratîk’. Li şûna netewe-dewletê ya ku lingên modernîteyê ne, neteweya demokratîk, li şûna kapîtalîzmê komûn/komûnalîte, li şûna endustriyalîzmê analîzên eko-aboriyê pêş xistin… Li şûna materyalîzma dîrokî ya li ser bingeha şerê çînan û pênaseya sosyalîzmê, ez bawer dikim ku alternatîfa materyalîzma dîrokî û sosyalîzmê ya li ser bingeha nakokiya dewlet û komûnê rasttir e.”   SERDEMA NÛ: DEMA AZADIYÊ   Tevgera Azadiya Kurd, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û piştre bi biryara fesixkirinê re di zayîna xwe ya sêyemîn de dikeve serdemeke nû.   Abdullah Ocalan diyar dike ku PKK’ê hebûna Kurd û Kurdistanê ispat kiriye lê azadiya wê tam pêk neaniye û der barê serdema nû ya tevgera ku xwe fesix kiriye de wiha dibêje: “Wekî têgeh jî, wekî rastî jî Kurd û Kurdistan bi Komarê re rastî qirkirinê hat û ser wê hat niximandin. Bi gotinên wekî ‘Kurdistana xeyalî li vir medfûn e’ xwedî li vê qirkirinê jî derketin. Li ser navê Kurd û Kurdistanê realîteyek nemabû. Wekî tevgereke modern serkeftina herî girîng a PKK’ê ew bû ku ev realîte ji nû ve zindî kir. PKK’ê hebûna rastiya Kurd û Kurdistanê hem ispat kir hem jî gîhand asta nayê têkbirin. Berxwedana mezin a PKK’ê, meseleya hebûna Kurd û Kurdistanê mayînde kir. Der barê hebûna Kurd de hişmendiyeke xurt pêş xist. PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.”   MA / Dîren Yurtsever