‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’ 2025-11-24 12:59:09   ÊLIH - Jinên TJA’yî ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ê bi ruhê seferberiyê bersivê bidin polîtîkayên jinan tune dihesibînin.”     Tevgera Jinên Azad (TJA), çalakî û xwepêşedanên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de ku bi dirûşma “Bi civaka azad ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” didomîne.    Jinên TJA’yî yên tev li çalakî û xwepêşandanên li Êlihê bûn, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî feraseta pergalê ya dixwaze jinê dorpêç bike û ji bo meşa ku dê di 25’ê Mijdarê de li Parka Yilmaz Guney Were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Havva Can, diyar kir ku dê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundî û polîtîkayên tunehesibandinê li qadan bin û got: “Li dijî vê zîhniyetê em banga tevlibûna meşê dikin. Pergal, civakê dirizîne. Fihûş, tiryak û gelek tiştên din encama polîtîkaya tunehesibandina jinê ye. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi ruhê seferberiyê bersiva van polîtîkayan bidin.”   ‘ARMANC ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’   Bi domdarî Havva Canê anî ziman ku ew ê li dijî zexta ser girtiyan, tundiya ser jinan, îstîsmara li dijî zarokan jî li qadan bin û got: “Em dixwazin civakekî azad ava bikin. Pirsgirêk ne tenê tundiya li dijî jina ye. Li ser tevahiya civakê tundî heye û em li dijî vê li qadan in. Heke di pêvajoya heyî de mafê jiyanê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê parastin, di şexsê wî de ev maf ji tevahiya civakê tê standin.”    ‘HER KU TÊKOŞÎN MEZIN DIBE TUNDÎ DÊ KÊM BIBE’   Zeynep Çelîkê jî got ku li her devera cîhanê jin di 25’ê Mijdarê de dibin yek û têdikoşin û got: “Jin, bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşiya tundiyê bigirin. Heke em têkoşîna xwe mezin bikin û piştevaniya jinan xurt bikn, dê di mijara têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de encamekî baştir were bidestxistin. Her ku têkoşîna jinan xurt dibe dê avakirina jiyaneke bêtundî jî pêkan be. Tenê jin dikarin vê bikin. Lewma jî em bang li hemû jinan dikin ku tev li meşa bibin û hêza jinan xurtir bikin.”    ‘POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ TUNDÎ ZÊDETIR KIR’   Bi domdarî Zeynep Çelîkê got ku zagonên pêşiya tundiya ser jinê digirin nayên cîbicîkirin û ev tişt anî ziman: “Heke zagonên we çav netirsînin, wê demê hûn dikevin rewşa teşwîqkirina faîlan. Lewma em dibêjin ‘tundiya li dijî jinê polîtîk e.’ Ji ber ku zagonên ditirsîne nînin û dewlet ji bo vê tiştekî nake. Em jin dikarin wan sînoran derbas bikin û bi yekitiya xwe pêşiya tundiyê bigirin û civakeke demokratîk ava bikin.”   BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ   Dîcle Erdemê jî da zanîn ku li dijî polîtîkayên pergalê yên li bajarên Kurdistanê ser jinan, jinên ciwan dimeşîne li tax û kolanan xebatan dimeşînin û got: “Wêraniya ji ber polîtîkayên şerê taybet hêj îro jî didomin. Weke jinên TJA’yî me her tim li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind kir û dê bikin jî. Em îro li vir mafê jinên hatine qetilkirin dipirsin. Em ê maf û têkoşîna xwe ya hiqûqê biqîrin. Em dizanin ku qirkirina jinan polîtîkayeke sîstematîk a dewletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bidomînin.”