Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-11-23 10:08:30 STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Di 25’ê Mijdarê de em îradeya jiyana azad mezin dikin” derket.    Hejmara 143’yan a kovara Jinê bi manşeta “Di 25’ê Mijdarê de em îradeya jiyana azad mezin dikin” derket. Di hejmara nû de wateya dîrokî û polîtîk a 25’ê Mijdarê, xeta berxwedanê ya tevgera jinên Kurd, pratîkên jiyana azad û kjlektîf û gelek mijarên din hatin nirxandin.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:   * Di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de pêvajoya dîrokî: Ji gava ewil heta îro / Canan Gullu   * Qêrîna bêdeng a şeş jinan: Di têkoşîna wekhevî û azadiyê de qonaxeke nû / Damla Bagci   * Rûyê dewletê yê neguher ê li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan / Halîde Turkoglû    * Li pey şopa jiyaneke bêtundî û azad: Dengê jinê yê di 25’ê Mijdarê de bilind dibe / Denîz Abukan   * Ev şeş sal in heman pirs: Gulistan Doku li ku derê ye? Fîdan Ataselîm    * Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê / ceribandineke jêpirsînê / Mukaddes Erdogdû Çelîk