Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin? 2025-11-22 11:24:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara komîsyonê ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di manşetên rojnameyan de cih girtin, lê çapemeniya nêzî desthilatê di vî warî de xwe li bêdengiyê daniye.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li meclisê hat avakirin, duh di civîna xwe ya 18'emîn de biryar da ku hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike. Di hevdîtinê de CHP'ê biryar da ku ew ê tevlî hevdîtinê nebe.    Biryara CHP'ê bû cihê bertek û rexneyan. Ligel vê rojnameyan jî biryara komîsyonê di manşetên xwe de bi cih kir.    Rojnameya Yenî Yaşamê biryara komîsyonê bi berfirehî da û bi manşeta "Abdullah Ocalan li benda meclisê ye" derket.    Rojnameya Huriyetê bi manşeta "Va ye biryara Îmraliyê, komîsyon diçe" derket û ligel vê diyar kir ku CHP'ê endamên xwe daxişî şandeyê nekiriye û civînê terikandiye. Her wiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dê şande bi helîkopterê biçe Îmraliyê.    Rojnameya Nefesê jî bi sernavê "Komîsyona Meclisê biryara çûna Îmraliyê da, CHP naçe" derket. Rojnameyê di nûçeya xwe de bi piranî li ser hincetên neçûna CHP'ê sekiniye.    Rojnameya Sozcuyê jî nûçeyê bi awayekî surmanşet daye. Rojnameyê manşetên xwe yên berê yên wekî "CHP naçe cem Apo", "Apo nehat Meclisê, dê Meclis biçe cem Apo" bibîr xitin û wiha nivîsandiye: "Sozcu çi beje ew e." Her wiha rojnameyê sernavê "AKP-MHP-DEM diçin Îmraliyê, CHP li wê kosterê siwar nabe" daniye.    Rojnameya Cumhûriyetê jî bi manşeta "CHP'ê guh da derdora xwe" derket. Her wiha di nûçeyê de hatiye îdiakirin ku çûyîn ne bi dilê gel e.    Rojnameya Turkgunê jî cih daye nûçeya bi sernavê "Dê Komîsyona Meclisê biçe Îmraliyê".    Rojnameya Yenî Bîrlîkê jî bi manşeta "Komîsyona dîrokî diçe Îmraliyê" derket û mijarê di rûpela ewil de bi berfirehî nirxandiye.    Rojnameya Yenî Şafakê, nûçeyê di manşetê de nedaye. Di rûpela ewil de wekî nûçeyeke biçûk daye û gotiğe "Komîsyonê ji bo serdana Îmraliyê 'vîze' da" daye. Rojnameya Sabahê jî cih nedaye nûçeyê.    Rojnameya Aydinlikê di rûpela ewil de bi sernavê "Komîsyon dê biçe Îmraliyê" bi nûçeyeke biçûk daye.    Rojnameya Kararê bi manşeta "Di kostera Îmraliyê de wekîlên CHP'î tune ne" derket.    Rojnameya Bîrgunê jî bi manşeta "Komîsyon dê biçe Îmraliyê, CHP tune ye. Li pişt deriyên girtî biryar" derket. Rojnameyê di nûçeya xwe de gotiye "Ji MHP, DEM, AKP'ê erê", lê bal nekişandiye ser biryara partiyên wekî TÎP û EMEP'ê ku wan jî gotiye "erê".    Rojnameya Evrenselê bi sernavê "Girêka Îmraliyê bi dengdayîna veşarî vebû, CHP dê tevlî şandeyê nebe. Komîsyon diçe Îmraliyê."