Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin 2025-11-21 09:17:01 ÊLIH - Nivîskar Çetîn Lodî diyar kir ku divê nivîskarên Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dengê xwe bêtir bilind bikin û got: "Divê nivîskar, ji şervanan wêrektir bin." Çetîn Lodî (47) ku di sala 1978'an de li gundê Lodê ê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Lodî, piştî mirina pismamê xwe yê ku salekê jê mezintir bû û pê li mînekê kir, dest bi nivîsandinê kiriye. Lodî, piştî nivîsandina pirtûkên "Qumarcî, Etar, Çavên Şevînî, Rê û Rê, Evîn û Mirin, Efare, Şîva Mîriya û Çavên Şevînî", bi navê "Tajdîn, Bêwext, Nakokî û Generalê Bêrûtbe" jî çap kirine.   Lodî diyar kir ku ew nêzîkî 33 salan e dinivîse û got: "Min heta niha 12 pirtûk nivîsandine. Çar ji pirtûkên min ên dawî mehek berê hatin weşandin. Yek ji pirtûkên min ên dawî helbest e, du roman in û yek jî li ser bûyerên di nav civakê de ye." Lodî anî ziman ku mijara pirtûka wî ya helbestan "Bêwext" li ser hez û evînê ye û got: "Di romana xwe ya Generalê Bêrûtbe de, min mirovên ku cilên wan dişibin rengê biharê û bûyerên li dora van mijaran rave kirine. Pirtûka min a din, Tajdîn, li ser kesekî ye ku hişmend e lê tembel e, kar nake û ji ber tirsên xwe li ser hin mijaran xwe paşve digire."   Lodî bilêv kir ku pirtûka wî ya bi navê "Nakokî" dijberiya dijberan vedikole û wiha got: "Di 8'ê Adarê, Roja Jinan a Navneteweyî de, bavê min pankarteke li ser 'Jin jiyan azadî' nivîsandî girt. Lê ez rojên ku wî hestiyên dêya min şikandin bi bîr tînim. Min mînakên mîna wî yên ku van tiştan dikirin û pankarta 'Jin jiyan azadî' hildigirt pir zêde kirin û pirtûk nivîsand."   ZIMANÊ DAYIKÊ   Lodî got: "Zimanên mirovên din cilên me ne, lê zimanê me yê dayikê çerm û hestiyên me ne. Ji ber vê yekê min ji 14 saliya xwe ve 12 pirtûk nivîsandine. Em ji bo ku ziman, huner û çanda xwe winda nekin têdikoşin. Em dixwazin xwendevanên me vê keda me bibînin û bixwînin."   DI PÊVAJOYÊ DE ROLA HUNERMENDAN   Nivîskar Lodî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û diyar kir ku di vê pêvajoyê de roleke girîng dikeve ser milê hunermend û nivîskarên Kurd. Lodî got: "Di vê pêvajoyê de, divê nivîskar ji her demê bêtir dengê xwe bilind bikin. Rola nivîskaran ne tenê ew e ku mîna elokan xwe binepixînin. Dema ku dem were, divê ew ji şervanan wêrektir bin. Divê em rola xwe bi panel, semîner û konferansan bi cih bînin û li qadan berdewam bikin. Tenê rûniştina li quncikekê û nivîsandin nivîskarekî/ê bêkêr dike, heta dîrok jî dê dîrok jî wan wekî netemam binivîse."   MA/ Ozan Bayindir