Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir 2025-11-20 10:45:44 AMED - Weşanxaneya Aryenê sisê jê çapên nû 15 pirtûkên din çap kir. Weşanxaneya ku her diçe pirtûkxaneya xwe dewlemendtir dike di vî berê berheman de berhemeke Dimilî jî çap kir. Weşanxaneya Aryenê ku di sala 2025'an de jî çapkirina berheman berdewam kir, bi 15 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendekaran. Weşanxaneya ku heya niha zêdetir cih daye berhemên girtiyên azadiyê, di vî berê berheman de jî gelek berhemên di nava çar dîwarên zindanê de hatine nivîsîn çap kir. Weşanxaneyê ligel 3 berhemên bi zimanê Tirkî, berhemeke bi zaravayê Kurdî Dimilî jî çap kir.   JI ZAROKÊN ÇIYÊ BAGER   Pirtûka Gulazer Akin a bi navê "Ji Zarokên Çiyê Bager" bîranîn e. Sebahattîn Akin anku Bager, di 7'ê Adara 1971'ê de ji dayik bûye û di 11'yê Tîrmeha 1992'yan de dema di nava refên tevgera azadiyê de ye li Mêrsînê jiyana xwe ji dest dide. Gulazer Akin ku ji sala 1996'an ve di girtîgehê de ye, bi vê berhemê jiyan û kesayetiya Bager anku birayê xwe bi xwendekaran re parve dike. Akin, di gotina dawî ya berhemê de behsa şert û mercên nivîsîna vê berhemê dike û wiha dibêje: "Şehîd, asoya me ne. Stêrkên Bakur in ji me re. Em deyndarên wan in. Lewre ji bo ku pêşiya jiyana me, azadiya me û emrê me vekin, wan emrê xwe feda kir û çûn… Ji ber wê em deyndarên xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî ne. Heke rojekê me ew ji bîr kirin, em ji rêya wan derketin, ji rêya xeyalên wan derketin, bila di serî de em xwe ji bîr bikin. Bi qasî ku em şopdarên têkoşîna wan in, divê ewqas em ji jiyana wan, ji kesayeta wan haydar bin, wan nas bikin. Min jî bi vê nivîsê re xwest deynekî derengmayî bînim cih. Şehîd Bager (Sebahattîn Akın), kekê min, rêhevalê min di 11ê Tîrmeha 1992yan de li Mêrsînê bi qehremanî şehîd ket. Min xwest jiyana wî, kesayeta wî, gerîlatiya wî û fedaîtiya wî binivîsim. Lê belê di şert û mercên zindanê de ev pir zehmet bû. Piştî bîst û heşt salan gihîştina agahiyan ne hêsan bû. Lê bi saya hin hevalan min cesaret kir û nivîsî. Di van şert û mercan de gotinek, hevokek, agahiyek jî ji bo min bi qîmet bû." Di dawiya pirtûkê de hem wêneyên Bager û malbata wî, hem jî wêneyên hin rêhevalên wî yên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hene.   CIHÛ SÊBAREYA ZINDANÊ - I   "Cihû Sêbareya Zindanê - I" berhemek ji berhemê Menaf Osman e. Ev roman cara yekemîn di sala 2019'an de dema nivîskar di girtîgehê de bû ji hêla Weşanxwaneya Sîtavê ve hatibû çapkirin. Piştî 30 sal û 6 mehên girtîgehê Menaf Osman di 2023'yan de ji girtîgehê derket. Ev romana wî bi çapeke nû hate çapkirin. Paragrafek ji berhema ku di girtîgehê de hatiye nivîsandin wiha ye: "Temenê min dihate çil û çaran. Di van çil û çar salan de gelek xewn û xeyalên min ên xweş çêbûbûn. Lê van xeyalên min tevan, li gorî demê, her car cî diguhertin. Geh diketin pêş, geh diketin paş de. Tenê xeyaleke min hebû cî nediguhert, herdem di pêş de bû. Ew jî dîtina Memo bû. Di kêlîka ku ez li ber mirinê bûm jî ew yek di bîra min de bû, lê dîsa jî bêbaweriyek dizoke di kendavên dilê min de hebû ku herdem bi pistepist di guhê min de ji min re digot; ‘Xwe nexapîne, tu careke din nema wî dibînî!’ Êşa min a herî mezin jî ji vê yekê bû. Dijminê min ê herî mezin jî ew bû. Niha, ez ji wan her du kabûsan jî rizgar bûbûm. Bi kêmanî min wisa hîs dikir, tiştê di dilê min de jî ew bû."   ENWER NEWAYA HEVRÊTIYÊ   Pirtûka helbestan a bi navê "Enwer Newaya Hevrêtiyê" navê xwe ji Adil Dayan ê bi nasnav Enwer girtiye. Huseyîn Guçlu di destpêka berhemê de behsa kurtjiyana Adil Dayan (Enwer) dike. Enwer di sala 1972'yan de li gundê Selpene ya Dihê ya Sêrtê hatiye dinyayê. Di sala 1985'an de bi malbatê koçî Stenbolê dikin û di sala 1989'an de dizewice. Di sala 1992'yan de bi çend gundiyên xwe re, ligel keça xwe û hevjîna xwe ya ducanî vedigerine gund. Li vir bi gerîlayan re têkilî datîne. Di sala 1994'an de li Çiravê di pevçûneke ku rojekê didome de bi hevalekî xwe re jiyana xwe ji dest dide. Nivîskar Huseyîn Guçlu ku ji sala 1995'an ve di zindanê de ye, ji bo neyêne ji bîr kirin, bi helbestên xwe û navê berhema xwe, Enwer û rêhevalên wî yên bêgor bibîr tîne. Di dawiya berhemê de çend wêneyên Enwer jî hene.   "tu çûyî, dem qerisî / min nizanibû / hevqas zor e mirin / tu çûyî, bû jan dinya / min nizanibû / hevqas dijwar e êş / tu çûyî, kavil bû jîn / min nizanibû / hevqas kambax e bûyîn / tu çûyî, şûr e bîr / min nizanibû / hevqas kûr dibire / tu çûyî, bêbin e yar / min nizanibû / hevqas dûr bû ji min / tu çûyî, jehr bû bişişîn / min nizanibû / hevqas ruh î bo min."   RAYWANÎYA ÇEKUYANÊ MI   Berhema "Raywanîya Çekuyanê Mi" ji nivîsên Haydar Diljen yên di navbera salên 1985 û 2025'an de pêk tê. Ev berhema ku bi zaravayê Dimilî hatiye nivîsîn, ji nivîsên Diljen yên di 40 salên dawî de di kovar û rojnameyên mîna Vate, Berbang, Azadiya Welat, Armanc, Ozgur Polîtîka, Hîwa, Avaşîn û Çirayê de hatine weşandin pêk tê. Ligel hin hevpeyvînên bi Diljen re hatine kirin, çend wêne jî di dawiya berhemê de cih digirin. Haydar Diljen, di pêşgotina berhema xwe de wiha dibêje: "Nê nuşteyî, şahîdê demêdê zaf întensîf û kaotîkî yê. Nê 40 serran de dinya de xeylê çî bedilîyay. Labelê çîyê tena êbedilîya, o z î welat^Ğe ma de qedexeyê ziwandê ma yo! Kam şeno nê kitabî ra feyde bivîno? Kesê ke wazenê tarîxê nuştişxê dimilî yê nê 40 serrandê peyênan ser o bibê wahîrê fikrêk, kesê ke wazenê dimilî ser o cigêrayîş bikerê û dimiliya xo aver berê, mamostayê ke dersidanê û heme kesê ke dimilî meraq kenê şenê nê kitabî ra feyde bivînê. Ez h^Gevî kena ke no kitab, fikiranê neweyan şima wendoxan sere de p eyda bikero û meraqê şima vêşî bikero. Şima do nê kitabî de bivînê ke, nuştişê dimilî de, nê 40 serran de ma kotî ra ameyê kotî…"   BERHEMÊN DIN YÊN HATINE ÇAPKIRIN   Berhemên din ên hatine çapkirin jî ev in: Ceribîna Feratê Dengizî ya bi navê "Wêrane", romana Rohat Bulut a bi navê "Arvîn", çîrok-fabl a Leyla Atabay a bi navê "Şikefta Çîrokan: Dîwana Heywanan", çîrok-nûciwan a Xecê Rêdûr a bi navê "Dayê Koban", roman û çîrokên Mehmet Devîren ê bi navê "Dûpişk" û "Kortika Filehan", çîroka Yaşar Eroglû a bi navê "Kula Feykeyê Spî", bîranîn-romana bi zimanî Tirkî ya Gursel Karaaslan a bi navê "Adressiz Mektuplar (Nameyên Bê Navnîşan)", bîranîn-romana Huseyîn Surgeç a bi navê "Kırlangıçlar Geldiğinde (Dema Hechecok Hatin)" û bîranîna Osman Akdag (Laleş Wezrînî) a bi navê "Anılarım: Amed Zindanı'ndan Özgür Rojava'ya (Bîranînên Min: Ji Zindana Amedê Ber Bi Rojava Azad Ve)", romana Menaf Osman a bi navê "Sînor" (çapa duyemîn).