Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be? 2025-11-19 15:48:37 ENQERE - Çavkaniyên DEM Partiyê îdiaya ku dibêjin ger komîsyon der barê serdana Îmraliyê de biryareke erênî bide, Ozgur Ozel dê serdana Selahattîn Demîrtaş bike, piştrast kirin û gotin ku ger ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere, ew ê li dijî CHP'ê helwestê bigirin. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ve diçe, pêşketinên girîng diqewimin. Hemû çav li civîna Komîsyona Meclisê ne ku biryarê li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide. Her çend Komîsyonê berê biryar dabû ku du caran ji bo vê serdanê bicive jî, civîn hatin taloqkirin.   Nûnerên gelek partiyên siyasî di civîna dawî ya komîsyonê ya duh de mijara serdanê anîn ziman û destnîşan kirin ku divê komîsyon teqez hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike. Komîsyonê di daxuyaniyeke nivîskî de piştî civînê biryara xwe ya lidarxistina civîna roja Înê bi rojeva hevdîtinê ragihand.   Piştî vê daxuyaniyê, tê meraqkirin ku gelo CHP ku ji berê ve li dijî vê hevdîtinê ye, dê fikra xwe biguhere yan na. Rojnameya Nefesê ku ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê ye, îdia kir ku ger komîsyon biryareke erênî bide, Ozgur Ozel jî dê serdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş bike. Der barê vê îdiayê de ku bûye cihê şîroveyên cuda, çavkaniyên DEM Partiyê yên ku me têkilî bi wan re danî, piştrast kirin ku ew ji serdana plankirî haydar in. Çavkaniyên ku li ser serdana plankirî ya Ozel a ji bo Demîrtaş ku ji bo heman rojê bi ya Îmraliyê re hatiye plankirin, şîrove kirin, diyar kirin ku Ozel bi vê helwesta xwe "hewl dide avê şolî bike."   Çavkaniyan ku biryara Ozel a plansazkirina serdaneke wisa wekî "qurnaziya şerqê" bi nav kirin, gotin: "CHP, hewl dide ku bi awayên curbicur dijberiya xwe ya li hember pêvajoyê veşêre. Demirtaş, dizane kî çi ye û dizane kî çi dike. Em bawer in ku ew ê li dijî van nêzîkatiyên populîst û pragmatîk helwesta pêwîst nîşan bide. Ew ê baweriyê bi qurnaziyên siyasî yên wiha neyne."    Hat destnîşankirin ku divê CHP şaşiyeke wekî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP'î neke û hat gotin ku ger careke din di çareseriya pirsgirêka Kurd de li aliyê rast cih negire dê nikaribe careke din pêwendiyê bi Kurdan re deyne.    Hat bilêvkirin ku di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de rola CHP'ê girîng e û hat gotin ku ger CHP di warê çûna Îmraliyê de bi erênî tevnegere, dê DEM Partî li dijî wê helwestê nîşan bide.    MA / Mehmet Aslan