Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide 2025-11-19 12:07:19   ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Feti Yildiz da zanîn ku komîsyon dê di civîna xwe ya roja Înê de der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan de biryarê bide.    Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Feti Yildiz beriya civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî da.   Yildiz di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya di 22'yê Cotmeha 2024'an de ku gotibû "Bila Abdullah Ocalan were û li meclisê biaxive" û ragihand ku ev daxuyanî gava herî wêrek a sedsalê ye. Yildiz her wiha destnîşan kir ku di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de derfeteke dîrokî derketiye holê û got: "Nexşerê gav bi gav bi serkeftineke mezin tê temamkirin. Cihê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê li xaçerêya sê parzemînan dibe sedema ku di warê herêmî û gerdûnî de xetereyên ewlehiyê hebin. Mîna demokrasiyê, serweriya hiqûqê ne diyardeyeke statîk e ku tê damezrandin û dûv re tê hilweşandin. Guhertina avahiyên civakî, xetere û derfetên derketine holê, xurtkirina domdar a serweriya hiqûqê û nirxandina domdar a pergalê pêwîst dike."   ‘DÊ BIRYARA ÇÛYÎN BÊ DAYÎN'   Yildiz anî ziman ku ev mijar divê bi berdewamî di rojeva meclisê û siyasetê de be û got: "Rastiya ku maf û azadiyên bingehîn ne mijara bazarê û danûstandinan in ku ew bixweber erkên erênî û neyînî li ser dewletê ferz dikin û pêşxistin û parastina wan, sedema hebûna dewletê ye. Roja Înê, 21'ê Mijdarê, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê biryara çûyîna Girava Îmraliyê bide."   Yildiz anî ziman ku komîsyon dê serî li nêrînên Abdullah Ocalan bide û got: "Heke partiyeke siyasî ku naxwaze endamên xwe bişîne, divê vê yekê bi eşkereyî bi raya giştî re parve bike."