Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand 2025-11-18 15:07:33 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo turnuvaya li ser navê Sirri Sureyya Onder tê lidarxistin peyamek şand.    Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê (META-DER) ji bo bîranîna endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, bi navê wî turnuvaya futbolê li dar dixe. Turnuva, di 16’ê Mijdarê de dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, ji bo turnuvayê peyamek şand.    Fîgen Yuksekdagê di peyama xwe de organîzetorên turnuvayê silav kir û got: “Ez we rêhevalên hêja ku Sirri Sureyya Onder û têkoşîna aştiyê anîn gel hev pîroz dikim. Ez ji bo hemû tîm û lîstikvanên tev li turnuvayê bûne û ji kesên keda wan di organîzasyonê de heye, serkeftinê dixwazim û spasiya we dikim. Ez hemû temaşevanan jî silav dikim.”