Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn 2025-11-18 13:04:58 ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê ya berê û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin. Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirinê de axivî û got: “Bila soza me ya ji bo wê be, em ê strana aştiyê ya di nîviyê de hiştî temam bikin.”  Hevşaredara Cizîr a Şirnexê ya berê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kûtlû ku li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcali ya Edeneyê ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bêrîvan Kutluyê di saetên serê sibehê de ji Edeneyê ber bi bajarê ve anîn. Cenazeyê Bêrîvan Kutluyê ji ewil li Mêrdînê ji hêla jinan ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê ber bi Şirnexê ve birin. Di têketina Cizîrê de konvoy bi girseyî hat pêşwazîkirin. Cenaze, birin gundê Navyanê yê Şirnexê. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî di nav de bi hezaran kesan cenazeyê anîn gund pêşwazî kir.    JINAN DARBESTA WÊ HILGIRTIN     Welatiyên derketin cihên bilind ên gund, bi hatine cenazeyê re zêmar gotin û hin jinan jî li ser Bêrîvan Kutluyê stran gotin. Darbesta Bêrîvan Kutluyê bi rengên kesk, sor û zer hate pêçandin û jinan darbesta wê anîn goristana gund. Jinan, gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.    Jinên ku cenazeyê Bêrîvan Kutluyê anîn goristanê, bi zêmar û duayan ew oxir kirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî definkirina cenazeyê axivî û got ku Bêrîvan Kutluyê emrê xwe yê kin bi têkoşîna ji bo gelê Kurd û aştiyê derbas kiriye.    Tulay Hatîmogûllari, got: “Dê her tim bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Em ê weke zarokek gelê Kurd wê bi bîr bînin. Em ê wê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bi bîr bînin. Di temenekî pir ciwan de gelek peywir di partiya me de li xwe girtibû. Me pir zû ew winda kir. Di serî de malbata wê, serê tevahiya gelê Kurd sax be. Hevrêya me Bêrîvan dê her tim bi wî rûyê xwe yê dibiriqî, paqij û hestiyar di bîra me de be. Dê bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Dê bi cilên xwe yên Kurdî, bi nîşaneya serkeftinê di bîra me de be. Li ser kêla gora wê em soz didin ku dê wê strana aştiyê ya wê di nîviyê de hiştî temam bikin. Li ser gora wê em soz didin hemû şehîdên xwe, hemû kesên bedel dayîn ku em ê li vê xakê xwişk-biratiya gelan pêk bînin. Em ê aştiyê ava bikin. Heta ku gelê Kurd mafên xwe distîne em ê têbikoşin. Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikn. Em ê têkoşîna wê ya jinê bidomînin. Dê ala wê li erdê nemîne.”    ‘RÊYA WÊ RÊYA ME YE’     Li ser navê TJA’yê jî Adalet Çîmen Fîdan axivî û got ku Bêrîvan Kutlu ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna azadiyê de cih girt û wiha domand: “Hevala Bêrîvan digot ku heta jin azad nebin dê gelê Kurd nekare azad bibe. Digot ku bêdengbûn heram e. Digot ku hewceye mirov her tim li ber xwe bide. Weke TJA’yê em ê hevala Bêrîvanê weke şehîda demokrasiyê bi bîr bînin. Rêya heval Bêrîvanê rêya me ye.”    Piştî axaftinan dua hatin kirin û beşdaran çîçek danîn ser gora Bêrîvan Kutluyê. Piştre jî girse derbasî cihê şînê ya li Silopiyayê.