Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e 2025-11-12 14:22:35 ENQERE - Welatiyên Enqereyê pêşniyarqanûna budçeyê nirxandin û xwestin budçeya ji bo şer tê veqetandin bo gel bê xerckirin.    Pêşniyarqanûna Budçeya Sala 2026’an di 16’ê Cotmehê de pêşkeşî Meclisê hate kirin. Serokkomariyê, dahata budçeya navendî ya giştî weke texmînî 18 trîlyon û 928 milyar û 815 milyon û 484 hezar lîre ragihand. Ji dahata budçeya navendî 2 trîlyon û 523 milyar jê ji bo parastinê, pergala cemaweriyê û ewlehiyê hate veqetandin.    Di demeke Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin xebatên xwe didomîne de, budçeya ji bo parastin, pergala cemaweriyê û ewlehiyê hatiye veqetandin li gorî par ji sedî 30 zêde bû. Welatiyên Enqereyê gotin ku di pêvajoya aştiyê de îktîdar baweriyê nade gel û heke li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî çêbibe, wê demê dê budçeya şer ji bo gel bê xerckirin.