Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû 2025-11-11 12:52:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma sînor a Newsûdê, lingê kolberekî Kurd ji ber teqîna mayinê jê bû.   Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 10’ê Mijdarê kolberekî Kurd li navçeya sînor a Newsûd di encama teqîna mayînekê de ji lingê xwe bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku kolberê birîndar, Îbrahîm Ebdullahî (40) yê ji xelkê Ciwanro yê ser bi bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.   Li gorî agahiyan lingê Îbrahîm Ebdullahî ji çokê berjer qut bûye û niha rewşa wî giran e.   Hêjayî gotinê ye ku di sala bihurî de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatine qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûne.