Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû 2025-11-11 11:30:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Sûriyeyê der barê civîna Şara-Trump de, di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbûye.     Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şera de, lihevkirinek ji bo pêşvebirina entegrekirina Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û "peymana ewlehiyê" di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêbûye.                                         Wezaretê, di daxuyaniyeke ku roja duşemê hat weşandin de, ragihand ku serdana Ahmed Şara a li Qesra Spî "dîrokî ye ji ber ku ev cara yekem e ku pöşengeki Sûriyeyê li Washingtonê hatiye pêşwazîkirin û hevdîtinek bi Serokê Amerîkayê re kiriye." Wezaretê daxuyand ku civîn "di atmosferek dostane û avaker de pêk hatiye."          Li gorî daxuyaniyê, Trump "kêfxweşiya xwe ji bo rêveberiya nû ya Sûriyeyê" aniye ziman û pesnê "serkeftinên' hikûmeta Şamê "di rizgarkirina welêt, vegerandina ewlehiyê û pêkanîna reformên rêveberiyê de" daye. Trump her wiha diyar kiriye ku ew "bi biryar e ku di serdema pêş de hemû piştgiriya ku pêdiviya rêveberiya Sûriyeyê pê heye bike".   Wezaretê ragihand ku li ser talîmatên Trump, di navbera Wezîrê Karê Derve Esed Şaybanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Ruboî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de "civîneke xebatê" ya sêalî pêk hatiye û armanca civînê "diyarkirina mekanîzmayên bicîhanîna peymana di navbera her du serokan de" ye.   ENTEGREKIRINA HSD'Ê LI NAV ARTÊŞA SÛRIYEYÊ                                 Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump û Şara li hev kirine ku Peymana 10'ê Adarê bidomînin, HSD'ê tev li Artêşa Ereb ya Sûriyeyê bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. DYA, her wiha diyar kiriye ku ew ê "piştgiriya hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re bike".   PEYMANA 10'Ê ADARÊ                           Di daxuyaniyê de her wiha hûrguliyên peymana heşt xalî ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî Ahmed Şara de di 10'ê Adara 2025'an de hat îmzekirin jî hene. Peyman agirbestek li seranserê welêt û tevlêkirina HSD'ê di nava parastina neteweyî ya Sûriyeyê de pêşbînî dike.   SEKINANDINA PEYMANA SEZAR                                Wezareta Derve ya Sûriyeyê her wiha li ser bandorên aborî yên civînê axivî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump soz daye ku "mueyîdetan rake û deynan bi rêjeyên faîzê yên maqûl bide da ku pêşkeftinê pêşve bibe." Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku hemû cezayên di bin Qanûna Sezar de ji bo 180 rojan hatine rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "hemû qedexeyên aborî hatine rakirin, ji bilî hin danûstandinên bi Rûsya û Îranê ve girêdayî."   Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku Trump "pabendbûna xwe ya ji bo dabînkirina derfetek ji bo ji nû ve avakirin û geşepêdanê ji bo Sûriyeyê bi cih aniye." Wezaretê her wiha pêkanîna "siyaseteke nû ya rêziknameya aborî ya ku şîrketên amerîkî, saziyên darayî û hevkarên navneteweyî teşwîq dike ku beşdarî aramiya Sûriyeyê bibin" ragihand.   Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek hevbeş weşand û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şenseke duyemîn dide Sûriyeyê ji bo ji nû ve pêşxistin û serkeftinê di têkoşîna li dijî terorê de. Rakirina mueyîdeyan armanc dike ku alîkariya Sûriyeyê bike ku pêşerojek yekgirtî û aştiyane ava bike."   Di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de, Serokê Amerîkayê Trump der barê pêeşnegê Sûriyê Ahmed El Şara de got: "Ew pêşengekî pir bihêz e. Em ê her tiştî bikin da ku alîkariya Sûriyeyê bikin ku bibe dewleteke serkeftî." Trump her wiha diyar kir ku "ji bo cara yekem, aştî li Rojhilata Navînê mimkun e" û got: "Ez bawer dikim ku Sûriye dê dîsa rabe ser pêyan. Hûn dikarin di demeke nêzîk de li benda hin daxuyaniyên girîng bin."