ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-11 09:00:17 *Şert û mercên "koletiyê" li cihên kar dibin sedema berhêlîkirina ber bi tiryakê. Gel, di vî warî de hewldanên şaredariyan têrker nabînin. Lêkolîna qadî, ligel pêşxistina qadên kar û civakî îşaret bi avakirina "mekanîzmayên ewlehiya kolektîf" dikin. *Lêkolîner Şîlan Bîngol diyar kir ku rêûresmên ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin, di hemû baweriyan de bîranîneke kolektîf diafirînin û der barê êrişên li ser merasîmên cenazeyan de got: "Divê dewlet û desthilat dawî li vê tundûtûjiyê bînin. Ji bo aştiyeke mayînde, divê em bi mirinan re rû bi rû bimînin."   * Pisporê tenduristiya gel Mehmet Zencîr, diyar kir ku ji bo tenduristiyê demokrasî û aştî pêwîst in û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê û got: "Divê em bibin aktorên avakar ên aştiyê."   * Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanlî, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin."   * Mamoste Çeçan Topçu destnîşan kir ku ji bo entegrasyona demokratîk pêwîst e zimanê Kurdî bikeve bin temînata qanûnî û got: "Ger statûya Kurdî neyê naskirin, em nikarin qala entegrasyonê bikin."   *  Endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Davût Babat destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyên dibistanan tê firotin û got: "Divê dewlet ewlehiya dibistanan dabîn bike. Rêveberiyên herêmî jî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya vê bigirin."   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê civîna heftane ya koma partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo berdana nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, dê daxuyaniyê bide. (13.00)   * MA Music, dê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliayê ji bo zarokan çalakiyê li dar bixe. (14.00)