Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin 2025-11-10 14:22:51   WAN - Li bajarê Wanê ku rêjeya bêkariyê ya jinan pir zêde ye, jin hem li dijî zexta hevjînên xwe hem jî ya civakê têdikoşin. Jinên ku karê dirûnê dikin, hewl didin ji hêla aborî ve azad bijîn.    Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê 33 milyon kes tên îstîhdamkirin. Ji van ji sedî 67 jê mêr û ji sedî 33 jî jin in. Piraniya jinên karker, li bajarên pîşesazî û turîzmê ne. Rêjeya îstîhdamkirina jinan a li Kurdistanê pir kêm e. Jinên li Kurdistanê jî hem ji ber tevna civakî hem jî bêderfetiyên kar, piranî neçarî karên di hundirê malê de tên kirin. Jinên ku li dijî vê derdikevin jî tevî zexta malbat û civakê û bêderfetiya kar jî têkoşîna xwe didomînin.    Nesîbe Nûr (44) û Ayşe Karakaya (36) du ji wan jina ne. Nesîbe Nûr û Ayşe Karakaya ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Tûşbayê karê dirûnê dikin, ji ajansa me re axivîn.    'EM RASTÎ ZEXTAN HATIN’   Ayşe Karakaya, got ku di Navenda Jiyanê ya Jinan a Mayayê ku di sala 2016'an de ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû vekirin, dest bi xebatê kiriye û got: “Me 2 salan li wir perwerde dît. Piştre min û hevala xwe ya taxê biryar da ku bi hev re kargehekê vekin. Me dikana xwe bi deynan vekir. Hevjînê hevala min jî ji ewil destûr neda. Jê re got ‘hûn jin in, li mala xwe rûnin, li zarokan binêrin. Ma tiştên em didin bi têrî we nakin?’ Tişta ku hêz daye me ew bû ku bêyî berminetiya zilamekî xwe li ser pêyan bigirin. Ji ber ku mêr her tim dixwazin jinan bikin kole. Vê rewşê weke mekanîzmayekî zextê dibînin. Dixwazin em tenê li malê binêrin û xwarinê çêkin.”    'MÊR DIXWAZIN JINAN BIKIN KOLE’    Ayşa Karakayayê got ku perenestandina ji mêran bo wan tiştekî gelek watedar e û got: “Tiştekî zehmet bû ku mirov her tim ji zilaman pereyan bixwaze. Ser re jî dihat û pirsên weke ‘çi lazim e?’ ‘dê çi pê bikî’ dikir. An jî dema min tiştek dikirî, digot ‘çi hewcehî bi vê hebû’ û xwe aciz dikir. Lê em niha çi bixwazin dikarin bikirin. Ji ber ku em bi xwe pereyê xwe qezenc dikin. Ji roja destpêkê heta niha her tim zext li ser me hebû lê me biisrar karê xwe domand.”    'EM DI PEYDAKIRINA MADEYÊN XAM DE ZEHMETIYÊ DIJÎN’   Bi domdarî Ayşe Karakayayê got ku ji hêla aborî ve jî rastî zehmetiyan tên û got: “Madeyên xam ên em li Wanê peyda dikin gelek biha ne. Jixwe çendek febrîqeyên bişkokan hebûn. Em hîn bûn ku tenê yek ma ye. Her wiha di demên dawî de ben gelek biha bûye.”    'BILA MÊR DESTÊ XWE JI JIYANA JINAN BIKIŞÎNIN’    Bi domdarî Ayşe Karakayayê anî ziman ku li taxa wan jinên ku ditirsin heta sûkê biçin jî hene û wiha pê de çû: “Her berpirsyariyê li milên jinan bar dikin. Dibêjin ‘jin nikarin wiha bikin, vê bikin, nikarin vê li xwe bikin.’ Em dixwazin dema televîzyonê vedikin ne komkujiyên jinan lê jin çawa xwe li ser pêyan digirin wê nîşan bidin. Em dixwazin mêr destê xwe ji jiyana jinan bikişînin. Li gorî min jin dikarin jiyana xwe biguherînin. Divê jin û mêr wekhev bin. Ji ber ku em wekhev hatine dayin.”    NEÇAR MA KU DI MEHÊN EWIL DE PIŞTGIRIYÊ BIGIRE    Nesîbe Nûr ku 8 meh berê tevî hevala xwe dikana dirûnê vekiriye jî got: “Em gelek bi bawer bûn. Me gelek zehmetî kişandin. Di 6 mehên ewil de ji neçarî min piştgirî jî hevjînê xwe girt. Me dît ku pereyê tê ji bo ceyran, av, kirê û lêçûnên din diçin. Tiştên em dikirin jî her tim zem li wan tê kirin.”    'BI TAYBET JÎ JIN PIŞTGIRIYÊ DIDIN’    Nesîbe Nûrê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema diçim malê jî ji neçarî karê malê jî dikim. Em dora saet 9-10’ê dikanê vedikin û heta êvarê dixebitin. Hevala min jî mîna min hewl dide xwe li ser pêyên xwe bigire. Carnan em pir baş dixebitin. Ev jî daxwaza me zêdetir dike. Dema em pere qezenc dikin û dibînin me tiştek bi ser xistiye, wê demê keyfa me gelek tê. Mirovên li derdorê jî piştgiriyê didin me. Bi taybet jî jin tên, dibêjin gelek memnûn in û piştgiriyê didin. Em bang li jinan dikin ku biqasî ji dest tê bixebitin. Girîng e ku şaredarî piştgiriyê bidin jinan. Jin ji me dipirsan ka zehmetiyê dikêşin an na. Em jî dibêjin kar çend zehmet jî be em bi ser de diçin û çareser dikin.”    MA / Ceylan Şahînlî