Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e 2025-10-27 10:29:57 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskînê biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got ku hewceye tavilê sererastkirinên qanûnî bên kirin û got: “Di esasê xwe de ya ku divê gavan biavêje dewlet bi xwe ye.”     Tevgera Azadiyê ya Kurd, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a KCK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî vê gavê axivî û got: “Ev gav, nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye. Pir girîng e.”    Eren Keskîn, diyar kir ku pêvajo bi bandora dînamîkên derve dest pê kir û got: “Di vê pêvajoyê de hêj jî PKK gavên yekalî diavêje. Di meha Tîrmehê de her çend sembolîk be jî torena şewitandina çekan li dar xistin û niha jî ragihand ku hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Ev yek nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye. Pir girîng e. Hêvîdarim ku hemû derdorên civakî girîngiya vê biryarê fêm bikin. Weke parastvanên mafên mirovan em dibînin ku di pêvajoyê de tenê aliyek gavan diavêje. Lêbelê me gelek caran anî ziman ku di pêvajoyên aştiyê de pêşketin bi gavên yekalî nabe. Heke meseleya pirsgirêka Kurd gihiştiyê em nîqaş bikin, tê dîtin ku bingeha pirsgirêkê polîtîkayên tunehesibandin, ewlehîperest ên dewletê ye. Lewma aliyê esasî divê gav biavêje, dewlet bi xwe ye.”    GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN     Bi domdarî Eren Keskînê îşaret bi gavên ji vir şûnde divê bên avêtin kir û got: “Ji ewil divê girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe zilm lê tê kirin, wekîl, nivîskar, rewşenbîr, girtiyên Geziyê tavilê bên berdan. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) bê rakirin. Jixwe di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de xalên sûcên rêxistinî destnîşan dike hene. Lewma hewcehî bi TMK’ê nîne. Yasaya îktîdarê ye ku civakê ditirsîne û îktîdara xwe didomîne. Beriya her tiştekî divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo vê hewcehî bi yasayekê nîne. Divê li gel ATK’ê, raporên nexweşxaneyan jî weke delîla berdana wan bên qebûlkirin. Ev daxwaz dê bidomin. Divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, peymanên navneteweyî bên cîbicîkirin û mafê hêviyê bikeve meriyetê.”    'HEWCEHÎ BI SERERASTKIRINÊN YASAYÎ HEYE’      Eren Keskînê anî ziman ku Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze têkildarî entegrasyona demokratîk, hiqûq û yasayî de gav bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de em jî heman tiştan dibêjin. Heke bi rastî jî bixwazin pevçûn bi dawî bibin, heke daxwaza qanehkirina civakê be, divê kesên di şer de cih girtin bikarin vegerin nav civakê û ji bo vê divê sererastkirinên yasayî çêbikin. Di vir de ya girîng, ne gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd diavêje yan jî gavên li bendê ye dewlet biavêje. Di heman demê de peywireke mezin dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û bi taybet jî sendîkayan.”    'DIVÊ SENDÎKA XWEDÎ LÊ DERKEVIN’     Eren Keskînê daxuyand ku dê pêvajo bandorê li tevahiya beşa kedkar bike û axaftina xwe wiha qedand: “Divê qet neyê jibîrkirin ku destpêkirina pêvajoya aştiyê, bidawîbûna şer dê bike ku pereyê ji bo şer tê veqetandin dê li budçeyê vegere. Heke baş were nirxandin jî dê kedkar qezenc bikin. Lewma li gorî min divê herî zêde sendîka xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû