'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’ 2025-10-26 17:29:38   ENQERE - Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, têkildarî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd got: “PKK tişta dikeve ser milê xwe dike lêberê aliyê dewletê hêj tu gavên yasayî neavêtiye. Ev jî rê li ber fikaran vedike.”    Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.”   Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Erdogmûş, diyar kir ku nexşerêya pêvajoyê bi raya giştî re nehatiye parvekirin û got: “Lewma dikare li ser encaman nirxandin bên kirin. Bêguman biryara vekişînê ku weke qonaxa duyemîn tê nîşandan, girîng e. Nîşan dide ku PKK bi mutebeqeta bi Ocalan re hatiye kirin dilsoz e. Ev tê wê wateyê ku pêvajo her çend dereng jî be didome. Ev jî hêviyê dide. Lêbelê em bi naveroka mutebeqetê nizanin. Naxwazim li ser şîroveyên tên kirin jî nirxandinê bikim. Lê bendewariya me ew e ku pêvajo veguhere ser zemîneke yasayî. Heta ku bingekeke wê ya yasayî nebe dê çareseriyeke mayinde jî çênebe. Bêguman PKK tişta dikeve ser milê xwe dike lê dewletê heta niha jî tu gaveke yasayî neavêtiye. Ev jî rê li ber fikaran vedike.”    'LI GORÎ MIN DÊ DEWLET TIŞTA PÊWÎST BIKE’    Erdogmûş, got ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşekî neyînî nabîne û got: “Li gorî min ji bo berdana wî pêdivî bi demê heye. Heke pêvajo bi erênî biencam bibe, wê demê dê biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî bên cîbicîkirin. Di vê mijarê de ez pirsgirêkekê nabînim. Divê mirov hinek sebir bike. Pêvajoyeke hêsan nîne. Ez di wê baweriyê de me ku dê aliyê dewletê jî egerên mutebeqeta bi Abdullah Ocalan re bicih bîne. Ez naveroka wê nizanim lê divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bicih bîne.”   MA / Omer Gungor