Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî 2025-10-25 09:33:39     ENQERE - Hasret Kahramanê diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê pirtûkên girtî İskender Kahraman ku wî nivîsandine, nadin wî û got: "Em qedexekirina pirtûkan qebûl nakin."    Nivîskar İskender Kahraman ku 24 sal in girtî ye, îdareya girtîgehê pirtûkên wî nadinê. Kahraman ku di sala 2001'ê de hat girtin û cezayê muebedê lê hat birin, bi dorê li Mûş, Sîncan, Wan, Erzirom û Edîrneyê di girtîgehê de maye. Kahraman ku 2 sal in li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê de ye, pirtûkên ku wî nivîsandine bi hinceta "qedexe ne" nadin wî.    Xwişka wî Hasret Kahramanê diyar kir ku birayê wê li girtîgehê 6 jê kurdî bi giştî 12 pirtûk nivîsandine û got ku pirtûkên wî yên bi navê “Rokîstana Çarpeçeyî”, “Rokîstana Azad” û “Rokîstana Xoşewist” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên dayîn.    ‘HER TIŞTÎ QEDEXE DIKIN'   Hasret Kahramanê destnîşan kir ku îdareya girtîgehê pirtûkan bi hinceta "propagandaya rêxistinê" "qedexe" kirine û got: "Birayê min bi salan e di hucreyê de ye û niha jî pirtûkên ku wî nivîsandine hatine desteserkirin. Em vê neheqiyê qebûl nakin."    Hasret Kahramanê got: "Şeş meh in em pirtûkên wî jê re dişinin, lê yek jê jî nedane wî. Çima? Her tiştî qedexe dikin. Dê û bavê me jiyana xwe ji dest dan, lê nehiştin birayê min bê ser cenazeyên wan jî. Em her du tenê mane. Zarokên min mezin bûne, lê xalê xwe qet nedîtine. Birayê min bi îşkenceyeke dijwar re rû bi rû ma. Ne rojnameyê didin ne jî pirtûkan. Em dixwazin rojek berî rojekê pirtûkên ku wî nivîsandine bidin wî."    Hasret Kahramanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Pêvajoyek heye, em dixwazin girtî bên berdan. Lê radibin pirtûkên wan jî nadin wan. Dê girtî çawa bên berdan? Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan."    MA / Denîz Karabûdak