Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin 2025-10-22 09:04:44 ÎZMÎR - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên zimanê Kurdî dest pê kirine û ji bo xwedîderketina li Kurdî banga serlêdanê kir.  Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ku li Îzmîrê li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî lêkolînan dike, saleke xwe temam kir. Komele di sala borî de gelek kes fêrî Kurdî kirin. Piştî giliyek ku di Tîrmeha borî de ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Îzmîrê ve hatibû kirin, komele ji aliyê Şaredariya Konakê ve hat mohrkirin, lê hefteyek şûnde mohr hat rakirin. Komele ku ji bo kesên ku dixwazin bi Kurdî fêr bibin dest bi serdema nû ya kursan kir, xebatên xwe di warê ziman û çanda Kurdî de didomîne.   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz destpêkirina qeydkirina ji bo serdema nû ragihand û banga qeydkirina dersan kir. Kaygisiz diyar kir ku wan bi vekirina komeleyê re dest bi xebata li ser kursên zimanê Kurdî kiriye û got ku di çarçoveya qedexeya perwerdehiyê de bi ser komeleyê de hatiye girtin. Kaygisiz destnîşan kir ku komele ji nû ve vebûye û xebata xwe didomîne û got: "Xebata me bi atolyeyên li ser wêjeya Kurdî berdewam dike. Komeleya me hemû xebatên xwe bi dilxwazî dike. Em hemû li vir dilxwaz in. Em ji kesî tu pereyan nagirin. Siyaseta dewletê her tim li ser ziman sekinîye. Her tim astengî li pêşiya zimanê Kurdî çêkiriye û diafirîne. Wekî saziya Avestayê, em bang li dewletê dikin ku astengî û zilma li ser zimanê Kurdî rake. Bikaranîna zimanê dayikê mafekî xwezayî ye. Kes nikare wê qedexe bike."   Kaygisiz behsa xebatên xwe yên sala borî kir û got: "Di Cotmeha 2024'an de, 20 xwendekar beşdarî xebatan bûn. Ev hejmareke kêm e. Xwendekarên ku karê xwe berdewam kirin sertîfîkayên xwe wergirtin. Wek Avesta, em bang li hemû gelê xwe, bi taybetî xwendekarên zanîngehê dikin; werin qeydê bikin û tevlî me bibin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriyê bide karê me. Tevî hemû astengiyan jî, em ê heta dawiyê karê xwe bidomînin. Ger daxwazek ji bo perwerdehiya Kurdî hebe, em dikarin li navçeyan polan vekin û mamosteyan bişînin."   BANGAWAZÎ     Kaygisiz destnîşan kir ku ew ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî dixebitin û got: "Me afîş daliqandine û li tax û kolanan belav kirine. Em dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Divê dewlet polîtîkaya xwe biguherîne û rê li ber zimanê dayikê yê gelê kurd veke. Em bi taybetî piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya berdewam û em ê piştgiriyê bidin encamên wê yên erênî. Di dawiyê de, ez dixwazim ji gelê me re bibêjim; em xwedî li zimanê xwe derkevin."