Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-10-19 13:12:10 AMED - Şîna endamê HPG’ê Cengîz Yaşar a li Amedê bi girseyî hate ziyaretkirin.    Ji bo endamê HPG’ê Cengîz Yaşar (Zindan) ku di sala 1997’an de li Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li Mala Şînê ya Odabaşi Bal a li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê. Di serdanê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û deqeyek rêz hate girtin.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz di serdanê de axivî û got ku roleke mezin a kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di avakirina aştiyê de heye û banga xwedîderketina li aştiyê kir.    TÊKOŞÎNA BIRÛMET A AŞTIYÊ     Kekê Yaşar, Edîp Yaşar jî ji bo aştiyeke birûmet bang li gelan kir û got: “Em hemû kesên ev roj afirandin û di vê rêyê de şehîd bûne bi minet bi bîr tînin. Em naxwazin êdî ciwanên me jiyana xwe ji dest bidin. Divê dewlet jî di pêvajoya aştiyê de gavan biavêje. Birêz Ocalan di sala 1993’yan de jî ji bo aştiyê hewl da lê piştî hewldana wî bêencam ma, bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Hewceye di vê pêvajoyê de ne çek lê mirovahî biaxive. Divê hemû gel azad û wekhev bijîn. Bijî aştiyeke birûmet.”    Şîn, bi serdanan didome.