Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne 2025-10-19 10:05:02 ENQERE -  Cemîl Îrvendî ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, 31 sal in di girtîgehê de ye û heta niha tehliyeya wî 3 caran hatiye taloqkirin, got: “Li bendê ne ku di girtîgehê de bimirim. Kesek berpirsyartiyê li xwe nagire.”     Cemîl Îrvendî, li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin û 31 sal in di girtîgehê de ye. Lijneya Îdare û Çavdêriyê 3 caran ji bo 6 mehan tehliyeya Îrvendî taloq kiriye. Îrvendî ku 62 salî ye û nexweşê dil e, tevî dema înfaza xwe temam kirye jî bi hinceta “têkiliya wî ya bi rêxistinê re qut nebûye” nehat berdan. Herî dawî di 14’ê Cotmehê de tehliyeya wî hate taloqkirin. Îrvendî, têkildarî mijarê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî.    Îrvendî, diyar kir ku bêhiqûqiya li dijî wî tê kirin êdî veguheriye gefekî kuştinê û bang li Wezareta Dadê kir ku der heqê sepanên keyfî yên li girtîgehê lêpirsînê bide destpêkirin.    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ XISTINE MERIYETÊ’     Îrvendî, da zanîn ku ji sepanên girtîgehê midûrê 1’emîn û dozgerê girtîgehê berpirsyarin û got: “Nexweşiya min a dil a kronîk heye. Di 7’ê Cotmehê de birin Stenbolê. Di 8’ê mehê de birin Lijneya Îhtîsasê ya 11’an û rapor amade kirin. Rêveberiya girtîgehê hiqûqa dijminatiyê xistiye meriyetê. Ez bang li her kesî dikim ku vê bûyerê lêkolîn bikin, bipirsin. Min cezayê xwe xelas kiriye lê zêdetirî saleke di hundir de digirin. Ger gotin di cih de be ji min re dibêjin ‘Cemîl bimre.’ Li benda mirina min sekinîne.”   BANG LI WEZARETA DADÊ KIR   Îrvendî, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Banga min ji bo Wezareta Dadê ye; ev şexs tevî we jî van tiştan dike. Gelo ev şexs pişta xw bi kê germ dike ku van tiştan dike. Li vê girtîgehê mirov dimirin. Midûrê 1’emîn ne bi me re ne jî bi tu kesekî re hevdîtinê nake. Me gelek caran gilî kir û jê re got ‘were vê derê.’ Dibe ku sibe du sibe ez jî bimirim. Hewceye di 30’ê mehê de emeliyat bibim. Lê ne diyar e ka dê bibim an na. Dibe ku sax jî nefilitim. Baş e ê berpirsyartiya vê kî li xwe bigire? Jixwe kesek li xwe nagire. Hûn ê bibêjin ‘di qedera te de hebû.’ Lê ya rast ew e ku hûn dikujin.”